Li Şirnex û Cizîrê civînên gel 2026-02-19 14:25:01   ŞIRNEX - Civînên giştî li navçeyên Şirnex û Cizîrê di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de hatin lidarxistin.   Civîn ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ve li navçeyên Şirnex û Cizîrê di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de hatin organîzekirin.   Civîna li Şirnexê li Hola Konferansê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê, ya li Cizîr jî li ofîsa navçeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêk hat. Gelek welatî beşdarî civînan bûn.   Di civînan de nirxandinên pêvajoyê hatin kirin û li ser bingeha nêrîn, pêşniyar û rexneyên gel nîqaş hatin kirin.   Bername bi şêweya pirs û bersivan berdewam kir.