Li Bagcilarê civîna gel 2026-02-19 20:32:33   STENBOL- DEM Partî ya Stenbolê li navçeya Bagcilarê civîna gel li dar xist. Di civînê de hat diyarkirin ku aştiya mayînde bi rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fîzîkî mimkun e.   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê bi boneya salvegera yekem a banga 27’ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk li Bagcilarê civîna gel li dar xist. Civîna li saloneke dawetê hate lidarxistin. Çîçek Çakar a ku beşdarî civînê bû, diyar kir ku salek ji ser pêvajoyê derbas bûye û anî ziman ku divê gavên şênber û aştiyane werin avêtin. Çîçek Çakar destnîşan kir ku misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan wê pêvajoyê lez bike.   Demet Gumuş jî diyar kir ku banga 27’ê Sibatê di nav civaka Kurd de hêvî çêkiriye, lê ji wê demê ve destûr nehatiye dayîn ku parêzer û malbat bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û ev jî rê li ber pirsan vedike.Demet Gumuş daxwazên mafên wekhev û perwerdehiya bi zimanê dayikê dubare kir û wiha anî ziman:"Ger pêvajoya aştiyê hebe, divê tecrîd bi dawî bibe."   Veysî Tokmak jî di civînê de axivî û anî ziman ku tevî hemû kêmasiyan jî pêvajo girîng e.Veysî Tokmak diyar kir ku divê xwedî li pêvajoyê were derketin  û rola Abdullah Ocalan wekî aktorek sereke di çareserkirina pirsgirêka Kurd de destnîşan kir û got:“Bêyî têkoşînê tu tişt nayê bidestxistin.”   Çetîn Demîr jî destnîşan kir ku tevgera siyasî ya Kurd piştî bangê gav avêt, lê dewletê bi taybetî derbarê berdana girtiyên nexweş û bicîhanîna biryarên DMME’yê de gavên têrker neavêtin.