'Divê Kurdî bi lezgînî bibe zimanê perwerdehiyê' 2026-02-21 12:43:40   NAVENDA NÛÇEYAN - DBP, DEM Partî û Konseya Bajêr a Amedê ku bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyên nivîskî parve kirin, diyar kirin ku pirzimanî hêmanek dewlemendiya jiyana giştî ye û destnîşan kirin ku divê zimanê kurdî bi awayekî lezgînî bigihe statûya xwe û bi makeqanûnê were parastin.   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Meclisa Ziman a Konseya Bajêr a Amedê bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê daxuyaniyên nivîskî weşandin.   DBP   DBP'ê jî bi serenavê “Ji Kurdî re Statu, Perwerdeya bi Zimanê Dayikê!” daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ji bo gelên bindest xwedî cîhekî girîng e. Ev roj bi taybetî ji bo Kurdan him watedar him jî taybet e. Gelê Kurd sed sal e ji bo nasname, ziman û çanda xwe têdikoşe. Polîtîkayên înkar û îmhayê nikare îradeya Kurdan bişkîne. Ji bo ku zimanê Kurdî nekeve ‘goristana zimanan’, gelê Kurd tim têkoşîna xwe domand û dê bidomîne.”   DBP'ê anî ziman ku zimanê dayikê ne tenê ji bo axaftinê, di heman demê de ji bo hebûnê jî girîng e û wiha domand: “Çimkî ziman hêlîna hebûnê ye. Heta îro desthilatdaran xwestin Kurdan asîmîle bikin û hebûna wan tune bikin. Lê belê ev hewldanên wan pûç bû û di sedsala 21'an de dewlet li hember têkoşîna Kurdan neçar ma. An divê mafên gelê Kurd bidin, an jî pergala netewe-dewletê dê têk biçe. Rêyek din an jî çareseriyek din tune ye. Wekî ku Birêz Ocalan di banga xwe ya di 27'ê Sibatê de diyar kir ‘Di avakirina civaka demokratîk de, perwerdeya bi zimanê dayikê xala bingehîn e.’ Divê her gel zimanê xwe pêş bixe, nasname û çanda xwe biparêze. Tenê pergaleke ku bi rêzdarî nêzî van mafan dibe, dikare pêşerokeje demokratîk, wekhev û azad ava bike.”   DBP'ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Em wek Partiya Herêmên Demokratîk dîsa bang dikin ku bila desthilat ji bo parastina hemû zimanan gavên şênber û demokratîk biavêje; li gorî mafên mirovan tevbigere. Bila baş were zanîn ku armanca me ya sereke statuya zimanê Kurdî û perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Bi ve mebestê, em 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî pîroz dikin.”   DEM Partî   DEM Partiyê jî li ser hesaba xwe ya Xyê bi deh zimanan 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê pîroz kir û ev peyam parve kir: “Zimanê dayikê sedema hebûna gelekî ye û mafekî bingehîn e. Em Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li hemû gelên xwe pîroz dikin.”   Konseya Bajêr   Meclisa Ziman a Konseya Bajêr a Amedê jî diyar kir ku ziman berdewamiya çandî, kombûna civakî û îradeya jiyana bi hev re ya bajarekî hildigirin û wiha got: “Avahiya dîrokî û çandî ya pirzimanî ya Amedê mînakek berbiçav û zindî ya vê rastiyê ye. Nêzîkatiya me wekî Meclîsa Ziman a Amedê zelal e: Di navbera tu zimanên ku li bajêr têne axaftin de serdestî an jî cudahî nayê kirin. Pirzimanî hêmanek yekgirtî ya dewlemendiya jiyana giştî û demokrasiya herêmî ye. Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, ku îsal ji hêla Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve bi mijara ‘Dengê ciwanan di perwerdehiya pirzimanî de’ tê bîranîn, careke din eşkere dike ku pirsgirêka ziman ne tenê çandî ye, lê di heman demê de rasterast bi derfetên wekhev di perwerdehiyê, beşdariya civakî û jiyana demokratîk de ve girêdayî ye.”   Konseya Bajêr destnîşan kir ku di daxuyaniyên rêxistinên civaka sivîl, komeleyên pîşeyî û avahiyên saziyî yên cûrbecûr ên li Tirkiyeyê de xaleke hevpar ew e ku zimanê dayikê pêkhateyek bingehîn a mafê xwe-îfadekirinê, fêrbûnê, gihîştina xizmetên giştî û azadiya ji cudakariyê ye û wiha domand: “Nedîtina zimanê dayikê di qada giştî de an jî pêşîgirtina bi bandor a karanîna wê dibe sedema newekheviyên di perwerdehiyê de, pirsgirêkên gihîştina xizmetên giştî û lawaziyên civakî.”   Konseya Bajêr li gorî li gorî prensîbên beşdarbûn, şefafî, qedexekirina cudakariyê, pirzimanî û demokrasiya herêmî xalên “Di xizmetên giştî de pirzimanî, perwerdehiya pirzimanî ya li ser bingeha zimanê dayîkê, têkoşîna li dijî cudakariya li ser bingeha ziman, parastina zimanên di xetereyê de, hevrêzkirina navsaziyan û têgihiştina hevpar” rêz kirin.   Konseya Bajêr di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Avakirina çarçoveyek hevkariyê ya birêkûpêk û domdar di navbera saziyan, rêxistinên civaka sivîl, û derdorên akademîk ên ku di warê ziman de dixebitin de ji bo pêşxistina polîtîkayên ziman ên mayînde û bibandor pêwîst e. Wekî din, divê statuya qanûnî ya hemî zimanên dayikê yên ku li bajarê me têne axaftin, nemaze Kurdî, bi zelalî were nas kirin û bi destûrî were garantî kirin. Divê zimanê dayikê ne tenê di qada takekesî de were bikar anîn; Ji bo misogerkirina bikaranîna bi bandor û wekhev a zimanên dayikê di hemû astên perwerdehiyê û di saziyên giştî de, rêziknameyên qanûnî yên zelal, girêdayî û bicîhanîn pir girîng in.”   Konseya Bajêr bi van gotinan daxuyaniya xwe bi dawî kir: “Meclîsa Ziman a Meclîsa Bajarê Amedê, bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê di 21ê Sibatê de, careke din piştgiriya xwe ji bo wekhevî û xuyabûna hemû zimanên ku li bajêr têne axaftin di jiyana giştî de diyar dike. Em bi rêzdarî raya giştî agahdar dikin ku em ê bi biryardarî hewlên xwe ji bo parastin, pêşxistin û parastina wekhev a zimanên dayikê di hemû waran de, ji perwerdehiyê bigire heya xizmetên giştî, di çarçoveya demokrasiya herêmî de bidomînin.”