'Li Herêma Cizîrê ji ber şer perwerdehî hat rawestandin' 2026-02-22 09:02:51   Jiyan Gencan   QAMIŞLO- Hevseroka desteya Perwerdê û fêrkirinê ya Kantona Cizîrê Gulîstan Îsmaîl, diyar kir ku êrîşan bandora xwe li ser perwerdeya li dibistanan dihat dayîn jî kir û got," Li Kantona Cizîrê li Hezar û 790 dibistanan ji ber êrîşan perwerde hat rawestandin û 240 hezar xwendekar ji mafê xwe yê perwerdehiyê bêpar man."    Di 6'ê Çileyê de çeteyên cîhadîst ên girêdayî rêveberiya demkî ya Şamê li hemberî rojavayê Kurdistanê êrîşên piralî dan destpêkirin. Êrîşên çeteyên cîhadîst heta 29'ê çileyê jî dewam kirin. Ev êrîşên ku li hemberî  rojavayê Kurdistanê hatin destpêkirin bi xwe re krîzeke mirovî anî. Ji ber êrîşan li hemû bajaran jiyana asayî rawestiya û ketina merheleya parastina xaka xwe dest pê kir. Ji ber êrîşan koçberiya zêde dest pê kir û bi hezaran mirov ji cîh û warên xwe bûn. Di herêma cizîrê de ji ber rewşa şer û koçberiya zêde perwerde li dibistanan hat rawestandin û ji ber nebûna cih koçberên ku ji cîh û warên xwe koçber bibûn li dibistanan hatin bicîhkirin.     Li herêma Cizîrê bi giştî hezar û 790 dibistan, 240 hezar Xwndekar û 17 hezar mamoste hene. Tevahî Herêma Cizîrê li 21 bajaran dibistan hatin girtin. Hem ji berber şer û hem jî ji ber rewşa koçberan ku li derve ma bi temamî proseya xwendinê hat rawestandin. Li gel ku bi giştî 240 hezar xwedekaran li dibistanan perwerde didît. Lê ji ber êrîşan bi hezaran şagirt neçar man ku ji mafên xwe yê perwerdehiyê bêpar bimînin.   Hevseroka desteya Perwerdê û fêrkirinê ya Kantona Cizîrê Gulîstan Îsmaîl li ser rewşa dibistanan axivî.   Gulîstan Îsmaîl di despêka axaftinê xwe de bahsa serdema perwerdeya sala 2025-2026 kir û got: " Ji bo serdema perwerdeyê ya sala 2025-2026 me di meha îlonê de fermî dest amadekirina meteryalên ku ji bo perwerdeyê hatibun diyar kirin kir. Li gorî sîstema Rêveberiya Xweser di pergala me de pir zimanî tê esas girtin ku Kurdî, Erebî û Suryanî heye. Her pêkhateyek bi zimanê xwe perwerdeya xwe didît. Li gorî wan zimanan meteryalê me û mamosteyên me hene. Pîştî refa 3'yan şagirtekî kurd dikaribû bi zimanê Erebî bixwîne û yekî ku ji neteweya Ereb jî be dikare bû bi zimanê din perwerdeya xwe bibine. Li gorî wê pergalê me wekî desteya perwerdeyê û fêrkirinê ya Kantona Cizîrê şagirt perwerde dikirin û ew pergal hîn jî heya niha berdewam dike. "   ' Dibistan ji bo koçberan bûn stargeh'   Gulîstan Îsmaîl bahsa bandora êrîşên li ser herêmê jî kir û wiha anî ziman: " Pêwîst dikir ku di 15'ê meha Çileyê de serdema duyem ya sala 2026'an a dibistanan divê dest pê bikira, lê ji ber êrîşên ku bandor li ser rewşa perwerdehiyê kirin û  derûniya zarokan kirin  ev pêk nehat. Bi êrîşan re pêla koçberiyek zêde jî li herêmê dest pê kir û ew koçber neçar man ku berê xwe bidin herêma Cizîrê. Koçberên ku ji Şêxmeqsûd, Tebqa û Reqayê hatin neçar man ku di dibistanan de bi cîh bibin. Bi hezaran koçber li herêmê dibistan ji xwe re kirin stargeh. Ji ber wan sedeman û rewşa şer me serdema duyem a perwerdeyê li dibistan neda destpêkirin."   'Em desteya perwerdê tevlî seferberiyê bûn'   Gulîstan Îsmaîl anî ziman ku wekî desteya perwerdeyê ew jî tevlî seferberiya gîştî bûn û wiha domand: " Li seranserî rojavayê Kurdistanê êrîşeke pir alî hat destpêkirin û seferberî hat ragahandin. Şerekî hebûn û tunebûnê hat destpêkirin em jî wekî desteya Perwerdê û Ferkirinê ya Kantona Cizîrê bi mamoste, xebatkar û şegirtên xwe re tevlî seferberiyê bûn. Em wekî zarokên wê xakê di kîjan pêvajoyê de çi pêwîst bike em  wê dikin.Ji ber wê di dema êrîşên li ser gelê me em jî wekî mamoste û xebatkarên desteya perwerdeyê tevlî seferberiyê bûn, ew erka me bû û me ew erk di cihê pêwîst de bi cîh anî."   'Ji ber êrîşan 240 hezar şagirt ji perwerdeyê bêpar man'   Gulîstan Îsmaîl li ser hejmara dibistan û şagirtan jî ew agahî parve kir: " Li herêma Cizîrê 1790 dibistan, 240 hezar Xwedekar û 17 hezar mamoste hene. Tevahî Herêma Cizîrê li 21 bajaran dibistan hatin girtin. Ji ber şer bi temamî proseya xwendinê hat rawestandin. 240 hezar xwedekar li dibistanan perwerdeya xwe didîtin. Lê ji ber êrîşan bi hezaran şagirt neçar man ku ji perwerdeya xwe bêpar bimînin. Şer bandorek mezin li ser pergala perwerdehiyê kir."   'Li gelek bajara li dibistanan perwerdeyê dest pê kir   Gulîstan Îsmaîl herî dawî anî ziman ku li hinek bajaran serdema duyem ya sala 2026'an a perwerdeyê dest pê kiriye û wiha dawî li axaftinê xwe anî: " Li bajarê Çilaxa, Tirbrspî, Dirbêsiyê, Tiltemir, Zirgan û gundên Qamişlo û Derikê cihê ku derfet heye di 17 Sibatê de dest bi drtfrms duyem a salê ya perwerdeyê hatiye kirin. Em dixwazin pergala xwe ya perwerdê berdewam bikin ku li ser rewşa şagirtan neyînî bandora xwe neke."