Ji TJA'yê ji bo rûniştina Ayşe Gokkan bang 2026-03-24 12:14:28     AMED – TJA'yê banga beşdarbûna doza aktivîst Ayşe Gokkan kir ku zêdetirî pênc salan e di girtîgehê de ye kir. Rûniştin dê di 26'ê Adarê bê dîtin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) banga beşdarbûna doza aktivist Ayşe Gokkan kir, ku zêdetirî pênc salan e di girtîgehê de ye. Di bangê de hat teqezkirin ku li hember zextên li ser têkoşîna jinan a ji bo azadiyê bêdengî nayê parastin.   Di bangê de hat gotin ku doza Ayşe Gokkan dê di 26'ê Adara 2026'an de, saet di 11:05'an de sibehê li Dadgeha Cezayê Giran a 9'emîn a Amedê were lidarxistin û banga beşdarbûnê hat kirin.