Li Elkê meşa meşaleyî 2026-03-25 22:34:25   ŞIRNEX - Li navçeya Elkê bi meşa meşaleyi Newroz hat pîrozkirin.   Li navçeya Elkê ya Şirnexê  bi meşa meşaleyi  Cejna Newrozê hat pîrozkirin. Gelek kes beşdarî  meşê bûn û jin jî bi cil û bergên kurdî tecvli meşe bûn.   Girse li nêzîkî qada navçeyê kom bû û meşaleyên xwe pêxistin. Bi qîrîna dirûşmen wekî "Newroz pîroz be" û "Jin, Jiyan, Azadî" ber bi qada navçeyê ve meşiyan.   Li qada bajêr agirê Newrozê hat pêxistin û govend hat gerandin.   Çalakî bi govend û xwe avêtina di ser agır a ciwanan bi dawî bû.