Ji 86 rêxistinan ji bo rawestandina binpêkirinan bang hat kirin 2026-04-08 14:08:53   NAVENDA NÛÇEYAN - 86 rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî li Îranê bang kirin ku li çar aliyên cîhanê çalakiyên piştgiriyê werin lidarxistin da ku darvekirin werin rawestandin, girtiyên siyasî werin berdan.   Di demeke ku fikarên navneteweyî li ser binpêkirinên mafên mirovan û cezayên darvekirinê li Îranê zêde dibin de, 86 rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û torên çalakvanan bangek hevbeş ji bo çalakiyeke cîhanî kirin.   Ev bangewaziya ku ji bo Îraniyên li derveyî welat, çalakvan û civaka navneteweyî hatiye şandin, li ser daxwazên lezgîn ên ji bo rawestandina darvekirinan, berdana hemû girtiyên siyasî û mîsogerkirina gihîştina înternetê ya bê heq disekine.   Lidarxistina çalakiyên cur bi cur ji bo girtiyan   Bangewazî girîngiya hevgirtina navneteweyî tekez dike û gelek komên cuda ku di nav de parêzvanên mafên mirovan, komele, sendîka û partiyên siyasî hene vedixwîne. Hatiya diyarkirin ku di navbera 11 û 26’ê Nîsana 2026’an de li çar aliyên cîhanê çalakiyên protesto û piştgiriyê yên cur bi cur werin lidarxistin. Xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê, performansên kolanan, civînên bi nûnerên parlamento û hikûmetê re, beşdariya medyayê û çalakiyên din ên sivîl di nav wan çalakiyan de ne da ku dengê gelê Îranê bigihîje tevahî cîhanê.    Sê xalên bingehîn   Rêxistinên ku îmze kirine diyar dikin ku ev tevgera cîhanî li dora sê daxwazên sereke hatiye avakirin. Yekser rawestandina hemû darvekirinan û rakirina cezayê darvekirinê, serbestberdana hemû girtiyên siyasî û mîsogrkirina gihîştina înternetê ya belaş û bêsînor ji bo welatiyên Îranî. Îmzeker, balê dikşînin ser "pêdiviya çalakiya lezgîn" vê serdemê wekî demek girîng ji bo hevgirtina cîhanî bi gelê Îranê re bi nav dikin.