Malbatê bertek nîşanê îdiayên li ser çapemeniya civakî da 2026-04-19 20:31:51     DÊRSIM – Di lêpirsîna Gulîstan Doku de gumanbar Mustafa Turkay sonel ku ji sûcên ‘ji qestî kes kuştin’ û ‘îstîsmara zayendî’ hat girtin. Di hinek hesabên çapemeniya civakî û weşanan de hewl hat dayîn ku gumanbar rewa bikin. Xwişka Gulîstan Doku, Aygul Doku axivî û got Gulîstanê ji ber ku berxwe daye îro ne nava wan de ye.   Di çarçoveya lêpirsîna der barê windakirina xwendekara zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku de ji 13 kesên hatin binçavkirin 10 kes hatin girtin. Gumanbarê sereke , Mustafa Turkay Sonel hatibû bi sûcê ‘qetilkirina ji qestî’ û ‘êrîşa zayendî’ hat girtin. Her wiha kar û barên îfadeya waliyê demî Tuncal Sonel û Serhekîmê Nexweşxaneya Dewletê ya Tunceliyê Çagdaş Ozdemîr didomin.   Bertek nîşan da   Xwişka Gulîstan Doku, Aygul Doku li ser hesabê çapemeniya civakî der barê gumanbar Mustafa Turkay Sonel de daxuyaniyek da û got: “Mustafa Turkay Sonel ji sûcê ‘êrîşa zayendî’ û ‘qetilkirinê’ hatiye girtin. Di çapemeniyê de kêm dayîna vê tê wateya ku mijar kêm tê dest girtin.” Aygul Doku bertek nîşanê îdiayên der barê Gulîstan Doku de di çapemeniyê de belav bûye da û got destdirêjî li xwişka wê hatiye kirin.   Aygul Doku banga hestiyariyê kir û got: “Gulîstan ji ber ku li dijî çeteyan berxwe daye, serî netewandiye îro ne nav me de ye. Ji kerema xwe re nûçeyan rast çêbikin ku ev kujer li ber edaletê hesab bidin. Gumana me tuneye, wê edalet pêk bê. Armanca me ev e ku em xwe bigihînin gora keça xwe û kesên ev xerabî kirine cezayên giran bigirin. Gulîstan êdî ne tenê keça me ye, keça vî wleatiye.”