Meşvanên Gemlikê: Em jiyaneke bêyî Rêberê Gelê Kurd naxwazin! 2026-04-21 09:02:01   Elfazî Toral – Devrîm Findik   STENBOL – Jinên ku beşdarî Meşa Gemlîkê bûn, girîngiya serbestberdanê ya Rêberê Gelê Kurd dubare kirin û gotin, "Em jiyanek bê wî naxwazin."   Li Gemlîkê ya Bursayê, di bin serokatiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de, meşek bi dirûşma "Dema jinan, dema azadî û rêberê azad e" hate lidarxistin.    Ji jinên ji gelek bajarên Kurdistanê li Gemlîkê kom bûn ji ajansa me  JINNEWS re axivîn.   'Em wî wekî rêberê xwe qebûl dikin'   Şemsiye Bagdu: Em ji bo Rêberê Gelê Kurd hatin Gemlîkê. Ev cara yekem e ku em ji dema rêberê me li Girtîgeha Îmraliyê girtî bû ve tên vir. Em berê jî hatibûn, lê endamên MHP'ê êrîşî me kirin. Em dixwazin Rêberê Gelê Kurd bibînin. Em wî wekî rêberê xwe qebûl dikin. Ew rêberê me ye. Em azadiya wî ya fîzîkî dixwazin. Rêberê Gelê Kurd ji bo Kurdistan û gelê Kurd di girtîgehê de ye. Ew li Girava Îmraliyê tê girtin ji ber ku ew ji bo aştî, azadî û wekheviyê parêzvaniyê dike. Eger ew bi rastî aştî, edalet û azadiyê fêm dikin, divê destê Rêberê Gelê Kurd bigirin. Bêyî azadiya Rêberê Gelê Kurd, Rojhilata Navîn azad nabe.   Fatma Gun: Heyecana me pir mezin e. Em ji Antalyayê hatin. Em niha dixwazin Rêberê Gelê Kurd bibîni. Azadiya Rêberê Gelê Kurd tê wateya azadiya gelê Kurd. Divê gelê Kurd ji bo azadiya wî ya fîzîkî têbikoşe.   'Em silavên xwe ji Îmraliyê re dişînin'   Dilber Çabuk: Ez ji bo aştiyê hatim Gemlîkê. Divê Rêberê Gelê Kurd niha azad be. Em dixwazin ku tundiya li girtîgehan demildest bi dawî bibe. Em êdî şer naxwazin. Bila zarokê kesî nemirin. Em îro hatin Gemlîkê. Em bi heyecan û bi coş in. Ji vir, ez silav û hezkirina xwe ji Girava Îmraliyê re dişînim.   'Em ji bo Rêberê xwe li vir in'   Meryem Efe: Em ji bo Rêberê xwe li vir in. Divê ew demek berî demkê azad bibe. Wî çavên me vekir. Em her tiştî deyndarê wî ne.   'Em dixwazin Rêberê Gelê Kurd bibînin'   Dilşah Uğurtaş: Pêvajoyek heye. Em niha li benda gaveke berbiçav ji dewletê ne. Wan gelek caran berê pêvajo têk birine. Wan bi hîleyên cûrbecûr pêvajoyên aştiyê sabote kirine. Em êdî vê yekê naxwazin. Ew bi zarokan re mijûl nabin; em bi tevahî aqilmend in. Em naxwazin bibin dijmin. Em naxwazin ku zirar bigihîje tu mirovî. Divê hemû girtiyên di girtîgehan demek berî demekê werin berdan. Em aştiyê dixwazin, ne şer. Wan em kuştin, li me dan, êrîşî me kirin. Me her tiştê ku meriv dikare xeyal bike derbas kir, lê dîsa jî em dev jê bernedan. Em dîsa jî ji bo aştiyê rawestîyan. Em ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li vir in. Ez hezkirin û silavên xwe dişînim. Ez pir dixwazim berî ku bimrim rêberê xwe bibînim.   Hanim Dînç: Ez ji Erdîşê hatim. Hêza ku min anî vir hêza serokatiyê ye. Em piştî rêwîtiyek du rojan gihîştin vir. Em ji bo serokatiyê hatin. Heta ku serokatî azad nebe kes azad nabe.   'Heta ku Rêberê Gelê Kurd azad nebe kes azad nabe'   Gülçîn Karaburk: Heta ku Rêberê Gelê Kurd azad nebe Kurd azad nabin. Ez bi salan e beşdarî meşa Gemlikê dibim. Lê îsal pir cûda ye. Coş û heyecan pir zêde ye. Beşdarbûn pir xurt e. Em bi kêfxweşî hatin û em dixwazin bi mizgîniyê vegerin. Rêberê Gelê Kurd divê di zûtirîn demê de were berdan. Em ji bo vê sedemê hatin Gemlikê. Heta ku ew azad nebe em ê ji wan bawer nekin. Heta ku Rêberê Gelê Kurd neyê berdan em ê tiştekî qebûl nekin.   'Divê jin ji bo serokatiyê li kolanan bin'   Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê Ayten Toprak: Em ji bo meşa Serok hatin kolanan. Wek jin, em piştgiriyê didin rêberê xwe. Em rêberê xwe li kêleka xwe dixwazin, ne di girtîgehê de. Em îro bi saya wî hene. Ger ji bo jinan cîhek hatibe vekirin, ew bi saya rêberê me ye. Pêdiviya gel bi wî heye. Pêdivî bi ramanên wî heye Wî azadî û baweriya bi xwe di hundirê me de çand. Serok Ocalan divê li derve be. Divê jin ji bo rêbertiyê li qadan bin.   ‘Jin bê guman dê aştiyê bînin’   Zübeyde İnce: Têkoşîna dayikan ji bo aştiyê ne tenê  îro ye, ew bi salan e didome. Çûna me ya Gemlikê me nêzî mîmarê aştiyê dike.  Em jê re dibêjin "Rojbaş". Dayik bi coşek mezin derketin rê. Armanca hemû dayikan ew e ku aştî û aramiyê misoger bikin. Birêz Ocalan bi salan e dibêje, "Ez li muhatabek digerim." Muhatab heye û ew jî Meclîsa  Tirkiyeyê ye. Ocalan bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe. Bi taybetî jin ji bo pêşerojê xeteke têkoşînê ya xurt in. Ocalan her dibêje,'jin azad nebe civak azad nabe.'  Jîn jî di ferqa vê de ne. Baweriya me bi jinan heye dê jin aştiyê bînin.