Nivîskar Yildiz Çakar li balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin 2026-05-15 15:34:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar û romanûsa Kurd Yildiz Çakar, ku demeke dirêj li Almanyayê dima, îro danê sibê dema bi balafirê gihîşt Stenbolê, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.   Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Yildiz Çakar piştî vegera xwe ji derveyî welat dixwest biçe Amedê. Lê belê dema gihîşt Balafirgeha Stenbolê, ew hat rawestandin û binçavkirin. Yildiz Çakar birin qerekola balafirgehê û piştre jî derxin pêşberî dozger.   Heta niha daxuyaniyeke fermî ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve derbarê rewşa Yildiz Çakar nehatiye dayîn. Agahiyên zêdetir li ser encama lêpirsînê û biryara dozger jî nehatiye eşkerekirin.   Yildiz Çakar bi nivîsên xwe yên li ser mijarên civakî, çandî û hûnerî tê naskirin û di çend salên dawî de li Ewropayê dijiya.