Rapora otopsiya Rojwelat Kizmaz: DNA’ya mêr hat tespîtkirin 2026-06-25 09:07:14   Şehrîban Aslan   AMED - Derket holê ku di rapora otopsiya Rojwelat Kizmaz ya ku bi guman jiyana xwe ji dest da, di mînaka neynûkê de di asta kêm de DNA’ya mêr hatiye tespîtkirin.   Rojwelat Kizmaz li Êlihê di 9’ê Sibata 2024’an de winda bû û cenazeya wê di Bendava Gola Ilisu de hatibû dîtin. Dosyaya der barê mirina bi guman a Rojwelat Kizmaz de bi biryara ‘cih ji lêpirsînê re tuneye’ hatibû girtin.  Pirsnîşanên der barê mirina bi guman a Rojwelat Kizma de bi salane bersiva xwe nedîtine.   Lêkolîna ku DNA ya kê ye nehat kirin   Dosya Rojwelat Kizmaz ji nû ve hat lêkolîkirin û me xwe gîhand rapora otopsiyê. Di raporê de îbareya ‘Di asta kêm de profîla DNA Y-STR di mînaka neynûkê de hatiye tesptîtkirin’ û hat dîtin ku nehatiye lêkolînkirin ku DNA’ya mêr aydê kê ye.   Dema mirinê tuneye   Di rapora hatiye amadekirin de daneyeke ku der der barê dema mirina Rojwelat Kizmaz de cih bigire tuneye. Dema mirov li rapora otopsiyê dinêrin tê dîtin ku pirsnîşan nehatine bersivandin û tevî vê dozger serê dosyayê girtiye.