Li Rihayê ji 40 saziyan bang: Divê zemîna siyasî-hiqûqî bê avakirin 2026-06-26 18:41:27   RIHA - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, bi dirûşma “Bibe Dengê Banga Aştî û Civaka Demokratîk”  û  îmzeya 40 saziyan daxuyanî da û banga ‘divê zemîna siyasî hiqûqî bê avakirin’ kirin.Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê bi dirûşma “Bibe dengê banga Aştî û Civaka Demokratîk” li Eywana İbrahîm Ayhan ya navçeya Xelîliye ya Rihayê civîneke çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberin partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî tevlî daxuyaniyê bûn.   Metna daxuyaniya hevpar a ku ji aliyê saziyên sivîl, odeyên pîşeyî, sendîka ve hatibû amadekirin ji aliyê Hevseroka Egîtîm Senê ya Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul ve hat xwendin.   ‘Çareserî tenê bi polîtîkayên ewlehiyê nabe’   Ozlem Ulutaş Şengul destnîşan kir ku Tirkiye salên dirêj e di nava aloziyeke giran a civakî, siyasî û mirovî de ye û rêya derketina ji vî hawîrdorî tenê bi xurtkirina hiqûq, aştî û siyaseta demokratîk pêkan e û got: “Çareseriya mayinde ya vê pirsgirêka ku bandorê li hemû beşên civakê dike, tenê bi nêzîkatiyên li ser bingeha ewlehiyê nabe. Çareserî bi avakirina zemineke siyasî û hiqûqî ya ku maf û azadiyan diparêze û baweriya civakî ava dike gengaz e.”   Rola civaka sivîl û berpisyariya dewletê   Ozlem Ulutaş Şengul diyar kir ku rola civaka sivîl di vê pêvajoyê de ne tenê şopandin e, divê bibe hêza ku diyalog û çareseriya demokratîk xurt dike û ev tişt anî ziman: “Aştiyeke mayinde bi hemwelatiya wekhev, azadiya xweîfadekirin û rêxistinbûnê ve girêdayî ye û ji bo ku îradeya aştî û civaka demokratîk encamên mayinde bide, divê dewlet jî berpirsyariyê bigire ser xwe û gavên berçav biaveje. Ji bo vê yekê jî divê astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk bên rakirin û rêziknameyên hiqûqî yên pêwîst bên jiyanîkirin.”   Amadekariyên hiqûqî   Ozlem Ulutaş Şengul di daxuyaniyê de herî dawî bang li dewletê kir û wiha got: “Em bang li dewletê dikin ku ji bo xurtkirina aştiya civakî û îradeya çareseriyê, bêyî derengmayîn amadekariyên hiqûqî û saziyî bike. Em bang li hemû dînamîkên civakê jî dikin ku bibin piştgirê jiyana hevpar, aştî û siyaseta demokratîk.”