Mîtînga Wanê bidawî bû 2026-06-27 22:27:45   WAN – Mîtînga Azadiyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wanê pêk hat bi dirûşmeyan bidawî bû. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wan bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad ber bi civaka demokratîk ve" Mîtînga Azadiyê pêk hat. Koma Amed derkest ser dîkê û gel li ber stranan govend gerand. Koma Amed balkişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û peyama ‘dema azadiyê’ da. Gel jî bi dirûşmeya ‘bijî serok Apo’ bersiv da. Piştre girse bi dirûşmeyên ‘bijî serok Apo, bê serok jiyan nabe’ ji qada Newrozê derketin û meş pêk anîn.