Hesabê Ajansa Berûyê yê X'ê hate astengkirin 2026-07-02 15:04:29   NAVENDA NÛÇEYAN -Hesabê Ajansa Berûyê yê X'ê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hate astengkirin.   Hesabê Ajansa Berûyê yê X'ê, li ser daxwaza Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahdariyê (BTK) li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hate astengkirin. Derbarê mijarê de Xê sedema astengkirina xwegihandina hesab eşkere nekir.   Ajansa Berûyê da zanîn ku hesaba wan a X'ê yê nû @beruajans e.