'Çareserî divê li ser bingeha qanûnî be' 2026-07-09 09:04:28   AMED - Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol derbarê Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk de wiha got: "Di xebatên xwe yên ji vir şûnde jî em hewl didin hemû pêkhateyên xwe di zemîna xebatên avakirina yekitiya demokratîk de bînin gel hev."   Li Amedê Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk bi dirûşma "Ji bo Azadî, Statu û Aştiya Hiqûqa Demokratîk" li Amedê hat li darxistin, du rojan dom kir. Konferans ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ve hat birêvebirin. Di konferansê de serokên baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê, rêveberên saziyên hiqûqê û mafên mirovan, gelek parêzer û her wiha rêveberên DEM Partiyê yên hiqûqnas amade bûn. Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk bi aşkerekirina encamnameyê bi dawî bû.    Di encamnameyê de wiha hat diyarkirin: "Konferansa me wê yekê diparêze ku gelê Kurd bi ziman, çand, nasname, bîra xwe ya dîrokî û îradeya xwe ya siyasî, di nav Komara Demokratîk da tevî gel û baweriyên din wek kirdeyekî avaker û wekhev bi awayekî qanûnî û destûrî bê naskirin." Di encamnameyê de xala naskirina statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha hat ziman: "Konferansa me wê yekê qebûl dike ku statûya hiqûqî ya Birêz Ocalan ê ku yek ji aktorên sereke yên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e, sernaveke sereke ya pêvajoya çareseriya demokratîk e. Di vê çarçoveyê da bang li rayedaran dike ku statûya sermuzakerevaniya Birêz Ocalan bi awayekî hiqûqî jî bê naskirin û misogerkirin." Di encamnameyê de ji bo yekitiyê ev tişt hat gotin: "Konferansa me biryar dide ku ji bo diyarkirina delegasyonên Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Neteweyî ya ku dê di demeke pêş de bê lidarxistin, zemîn û mekanîzma hevpar û rêxistî ya ku ji aliyê sazî û dezgehên bangker ve bê avakirin, wekî erkdar û berpirsiyar bê destnîşankirin.”   Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol beşdarî konferansê bû û derbarê naverok û nîqaşan de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.    ‘Nîqaşên derbarê aliyên siyasî û hiqûqî yê pêvajoyê de’   Sevda Çelîk Ozbîngol daxuyakirin ku rojeva hiqûqa demokrasî û siyaseta demokratîk demek dirêje nîqaş dikin û got ferze ku aliyên siyasî û hiqûqî yê pêvajoyê bi hev re bê nirxandin û got: “Li ser Komîsyona li meclîsê hatiye avakirinê, pozîsyona meclîsê, asta saziyên civaka sivîl, bidawîbûna têkoşîna çekdarî û bi rêbazên aştiyane û demokratîk nîqaşên hiqûqî tên meşandin. Ger ku em van nîqaşan bimeşînin ne tenê li ser gotinê; ji bo avabûna şertên ewlehî û zemîna hiqûqî divê ji vir şûnde ev pirsgirêk li ser zemîna hiqûqî bên çareserkirin. Nav vê de pêşketinên demokratîk, mafê welatîbûna wekhev, azadiya fikr û ramanê heye.”   Xebat wê bidomin….   Sevda Çelîk Ozbîngol destnîşan kir ku aştî ne tenê peyamaneke muzakereyê ya di alî teknîkî de pêk tê ye û wiha vegot: “Pirsgirêkên heta niha hatine jiyîn ji ber pêknehatina satuya gelê Kurd, ewlehiya qanûnî û hiqûqî pêk hatiye. Divê pêvajo bi giştî bê nirxandin. Hemû hiqûqnasên Tirkiyeyê û Kurdistanê, baroyên herêmê, komîsyonên hiqûqê, komîsyona hiqûqê ya DEM Partiyê, OHD, ÎHD, DAD û gelek kes ev du mehe di sernavên cuda de nîqaşan dimeşînin. Di atolyeyan de nîqaşên cidî hatin kirin û di konferansan de sernav hatin nirxandin. Xebatên me wê bidomin.”   Ji bo avakirina aştiyê bang   Sevda Çelîk Ozbîngol wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêvajo didome û ji ber vê cihgirtina hemû hiqûqnasan a di pêvajoyê de girînge û di vê çarçoveyê de em wek destpêk digirin dest. Di xebatên me yên ji vir pê ve de bi hemû pêkhateyên xwe re em di zemîna xebatên avakirineke demokratîk de bên gel hev.  Em xwedî li heman fikrên ku ev destpêkeke. Ev konferanseke gelek bi fêde û baş bû. Em ê aştiyê jî bi hev re ava bikin.”