Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li Enqereyê hatin bibîranîn 2026-07-20 20:15:53   ENQERE - Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê di salvegera 11’emîn a komkujiyê de ji aliyê Hezên Ked û Demokrasiyê ve li Enqereyê hatin bi bîranîn.   Hezên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê û Rêxistinên Ciwanan di 11’emîn salvegera komkujiya Pirsûsê de qurbaniyên komkujiyê bibîranîn. Bîranîna li Rêya Yukselê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê pêkhat gelek kes tevlî bûn. Girseyê, bi pankarta li ser wêneyên kesên di komkujiyê de hatine kuştin li kolana Konurê heta cihê bîranînê meşiyan. Di meşe de girsê bê navber dirûşmeyên, “Ji bo Pirsûsê edalet û ji bo hemû kesan edalet”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Kujer ÎŞÎD û hevkar jî dewletê” berzkirin.   Metna hevpar a daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Mertcan Tîtîz ve hat xwendin. Mertcan Tîtîz bi lêv kir ku tevî 11 sal ji ser komkujiyê re derbas bûnê jî lêpirsîneke bi bandor nehatiyê meşandin û kujer nehatinê ceza kirin. Mertcan Tîtîz destnîşan kir ku Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu tevî daxwaza malbatan jî ji aliyê dadgehê ve nehatiyê guhdarkirin û dadgehe hertim daxwaza guhdarkirinê ya malbatan red kiriyê.   Mertcan Tîtîz diyar kir ku ew dê şopdarê doza Pirsûsê bin û daxwazên xwe wiha rêz kir:   “*Divê hemû faîlên di komkujiyê de berpirsyariya wan heye derkevin holê.   * Divê li dijî personelên cemaweriyê ku di komkujiyê de berpirsyariya wan heye lêpirsîneke bi bandor û xweser pêk were.   *Divê bêrsûcên firar bên dîtin û derkevin pêşberî dadgehê.   *Divê komkujiya Pirsûsê weke sûce li dijî mirovahiyê bê pênasekirin û ji demboriyê re neyê hiştin   *Divê lêpirsîneke bi bandor û zelal bê meşandin.”   Piştî daxuyaniyê navê qurbaniyên komkujiyê hat gotin û bîranîn bi dawî bû.