Hejmara nû ya Newaya Jin derket 2026-08-01 10:32:45     NAVENDA NÛÇEYAN -Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Îradeya çareserkirina pirsgirêka sedasalî, rûbirûbûn e’ derket. Di hejmarê de, Pêngava 15’ê Tebaxê, Qirkirina Şengalê, xweparastin, xebatên jineolojiyê û dosyayên derbarê têkoşîna azadiya jin cih digrin.   Rojnameya Newaya Jin, hejmara xwe ya meha Tebaxê bi manşeta “Îradeya çareserkirina pirsgirêka sedasalî, rûbirûbûn e”weşand. Di hejmara eksena azadiya jin de, ji geşedanên ku şêwe dide dîroka nêz a gelê Kurd heta nîqaşên civakî û siyasî yên heyî, dosya û nirxandinên berfireh cih digrin.   Di hejmara nû ya rojnameyê de, sernavên rûbirûbûn, çareseriya demokratîk, pêşengtiya jin û xweparastina civakî, derdikeve pêş.   Mîrateya nû ya 15’ê Tebaxê   Yek ji dosyayên ku di hejmarê de derket pêş, wateya dîrokî û siyasî ya Pêngava 15’ê Tebaxê ye.   Raperîn Munzur di nivîsa xwe ya bi sernavê “Teoriya Gul û Kurdistan” de Pêngava 15’ê Tebaxê wekî yek ji xalên werçerxê ya têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û hebûnê ya li dijî polîtîkayên înkarê pêş xistiye, dinirxîne. Di nivîsê de tê destnîşankirin ku çiyayên Kurdistanê ne tenê qada têkoşînê, di heman demê de bûye cihên parastina nasname û azadiyê.   Dosyaya Şengalê   Yek ji dosyayên ku di rojnameyê de cihekî berfireh hatiye dayîn, Qirkirina Şengalê ye.   Di nivîsa ku ji aliyê Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta hate nivîsandin de, êrîşên ku DAÎŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de li dijî civaka Êzidî pêk anî hatin nirxandin û encamên komkujiya ku bi taybet jin û zarok hatin hedefgirtin, hate destgirtin. Her wiha di nivîsê de îşaret bi pirsgirêkên ewlehî û siyasî ya ku Şengalê îro rû bi rû ye, hate kirin.   Niqaşên rûbirûbûnê   Di nirxandina Hacer Altunsoy a bi sernavê, “Qanûna kok û wêrekiya ji bo aştiyê” de nîqaşên derbarê çarseriya pirsgirêka Kurd hatin nîqaşkirin.   Di nivîsê de hate destnîşankirin ku çareseriya pirsgirêkên sedsalî, ne bi domandina polîtîkayên şer, bi rûbirûbûna heqîqetê û îradeya çareseriya demokratîk pêkan e.   Xweparastin û edaleta jinan   Di nivîsa Viyan Lolan a bi sernavê, “Xweparastin bi rêxistinbûnê çandîbûyîn e” de têgeha xweparastinê li ser bingeha rêxistinbûna civakî û berdewamiya çandî tê nirxandin.   Roza Metîna jî polîtîkayên bêcezahiştinê ya di dozên qetilkirinên jinan de dinirxîne û destnîşan dike ku li şûna hiqûq jinan biparêze, dibe amûreke pergala seweriya mêr.   Jineolojî û pêşengtiya jinan   Di nivîsa Pelşîn Tolhildan de, têkoşîna azadiya jin û felsefeya zayend azadîxwaz tê nîqaşkirin. Di dosyaya Jineolojiyê ya Seval Balci de jî xebatên li Şengal û Başûrê Kurdistanê tê nirxandin.   Çand wêje û tevgerên jinên cîhanê   Di rûpela çandê ya rojnameyê de, gotûbeja bi nivîskar Gulîstan Kanîreş re hatiye weşandin û li se romana wê ya dawî jiyana Evîn Goyî û girîgiya nivîsandina dîroka xwe ji aliyê jinan ve tê nîqaşkirin.   Di rûpelên portreyan de têkoşîna astronomên jin ên li Çavdêrxaneya Harvardê de dixebitin, hunermend Asmahan, tevgera jinên Hindîstanê û rojnamevana Fîlîpînî Frenchie Mae Cumpio, cih girt.   Di rûpela dawî ya rojnameyê de jî, notên ji rojnivîska Fermandara YJA Starê û Endama Meclîsa PAJK’ê Berfîn Nûrhaq a li Gareyê şehîd bû, cih digre.   Hûn dikarin xwe ji navnîşana newayajin.net  xwe bigihînin hejmara Tebaxê ya Newaya Jin.