Li Şirnexê derbarê qirkirina Êzidiyan de daxuyanî 2026-08-03 12:55:18   ŞIRNEX- Berdevka TJA'yö ya Şirnexê Nafiye Geçgel, di daxuyaniya bi boneya salvegera Komkujiya Şengalê de axivî û got: "Em ê têkoşîna azadiya jinan berfirehtir bikin heta ku hemû jinên hatine revandin, bi zorê hatine windakirin an jî li dijî daxwaza wan hatine ragirtin, bên dîtin."   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), li Şirnexê ji bo bi bîranîna salvegera 12'an a Komkujıya Şengalê ku dı 3'yê Tebaxa 2014'an de li dijî Êzidiyên Şengalê hatibû kirin, daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Daxuyaniya ku ji bo protestokirina komkujiyê hat lidarxistin, li pêşiya avahiya rêxistina bajêr Şirnexê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Dem Partî) pêk hat. Nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên bajêr beşdarî daxuyaniyê bûn.   Berdevka TJA'yê ya Şirnexê Nafiye Geçgel daxuyanî xwend.   ‘Çarenivîsa bi hezaran jin û zarokên Êzidî hêj ne diyar e’   Nafiye Geçgel, bi bîr xist ku 12 sal di ser komkujiyê re derbas bûne û got: “Ev êrîşa ku li ber çavên mirovahiyê pêk hat, ne tenê li dijî  Êzidîyan bû; ev siyaseteke rêxistinkirî ya tunekirinê bû ku hebûn, nasname, bawerî û dîroka jinan, herwiha nirxên hevpar ên mirovahiyê dikir armanc. Tiştê ku li Şengalê qewimî ne sûcekî şer ê asayî ye; ev komkujiyeke sîstematîk a li dijî jinan e  ango nîşandana herî hovane ya zîhniyeta serdest a mêr ku bedena jinan vediguherîne amûrên şer. Bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin û bi sed hezaran jî koçber bûn; bi hezaran jin û zarok hatin revandin, li bazarên koleyan hatin firotin û rastî destavêtin, îşkence û guhertina bi zorê ya olê hatin. Heta roja me ya îro jî çarenivîsa bi hezaran jin û zarokên Êzidî ne diyar e.”   Nafiye Geçgel diyar kir ku ew ê heta  hemû jinên revandî, windabûyî û bi zorê girtî bên dîtin û darizandina hemû sûcdarên vê komkujiyê û misogerkirina navneteweyî ya ewlekarî û statuya Şengalê dê têkoşînê bodimînin.     Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.