KCK: Em ê li ser şopa şehîdan bimeşin! 2026-08-25 13:32:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê pakrewan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û got, “Em soza xwe dubare dikin ku em ê li pey şopa wan bimeşin, gelê xwe bigihînin jiyana azad û demokratîk û divê gelê me jî li pey şopa şehîdan têkoşînê bilind bike.”   Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Şehîdên ku berê ji ber şert û mercên giran ên şer nehatine eşkerekirin, tên eşkerekirin. Em van şehîdên xwe hemûyan bi minet û rêzdarî bi bîr tînin û ji malbatên wan û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Wê hesreta wan a ji bo jiyana azad û demokratîk teqez pêk were.”   Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate diyarkirin, “Ev şehîd di nava Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de tên îlankirin. Tevlîbûna di asta bilind de, di heman demê de tê wateya xwedî derketina li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Gelê me dibêje ku ew di nava Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi civatên mezin xwedî li şehîdên xwe derdikeve û wê li pey şopa wan bimeşe. Xwedîderketina herî mezin jî ji aliyê jin û mêrên ciwan ve pêk tê. Weke malbateke şehîdan destnîşan kirî, gelê ku xwedî li şehîdên xwe derkeve, teqez wê azad bibe. Ti hêz nikare li pêşberî têkoşîna azadiyê ya vî gelî bisekine.”   Di daxuyaniya KCK’ê de ev xisûs jî hatin diyarkirin:   “Ji pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an heta îro bi deh hezaran gerîla şehîd bûn. Şehadetên wan ji bo demarên xwînê yên zuha yên gelê Kurd bûn ava jiyanê. Îro gelê Kurd bi serbilindî li ser piyan e. Gelê Kurd ê mirin lê hatî ferzkirin, bi têkoşîna azadiyê û bi pêşengiya Rêber Apo îro li Rojhilata Navîn bûye gelê herî dînamîk ê Rojhilata Navîn. Yên ku gelê Kurd li 4 parçeyên Kurdistanê anî vê astê, şehîdên me ne. Ji ber ku gelê me vê rastiyê dizane, di asta pîroziyê de xwedî li şehîdên xwe derdikeve. Rêber Apo gotiye, PKK partiya şehîdan e. Gelê Kurd jî gelê şehîdan e.   Eger têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd 53 sal in bênavber hatibe domandin, ev bi saya hêza fedayî ya Rêber Apo, gerîlayan e. Têkoşîna azadiyê zêdeyî 50 salan bênavber dom kir, vê yekê guhertinên mezin li Kurdistanê pêk anî û nirxên mezin derxist holê. Vê domdariyê nirxên pir mezin bi gelê Kurd da qezenckirin. Nexasim asta ku îro gelê Kurd gihiştiyê, encama vê têkoşîna bênavber e.   Ji ber ku bîra kolektîf û hişmendiya gelê Kurd vê rastiyê dizanin di asteke bilind de xwedî li şehîdên xwe derdikeve. Gelê me li gel xwedîderketina şehîdên xwe, dilsoziya xwe ya ji bo wan xwedî li jiyan û pêşeroja xwe ya azad û demokratîk derdikeve.   Gerîla artêşeke ciwanan e. Divê ciwan roja îroyîn li her derê tevlî têkoşîna azadiyê bibin û Tevgera Azadiyê li her derî mezin û xurt bikin. Çawa ku ciwan beriya niha hêza esas a têkoşîna gerîlayan bûn divê roja îroyîn jî bibin hêza têkoşîna piralî ya li hemû qadan tê birêvebirin. Ji ber ku encama têkoşînê tim û tim ji aliyê rola ciwanên jin û mêr ve  tê diyarkirin. Ji ber vê yekê divê ciwan di asteke bilind de tevlî merasîmên bibîranîna şehîdan bibin, ciwanên ku temînata têkoşnê ne, ji bo serkeftina têkoşînê divê rola xwe bilîzin.   Ger roja îroyîn li şûna stratejiya têkoşîna çekdarî stratejiya têkoşîna siyasî tê nîşandan, ev yek bi saya şehîdên me pêk hatiye. Têkoşîna 53 salan, pêvajoya civaka demokratîk daye destpêkirin. Pêvajoyeke civaka demokratîk a xwe dispêre têkoşîna 53 salan tê birêvebirin. Şaşiyeke mezin ku mirov bibêje pêvajoya civaka demokratîk di du salên dawiyê de derketiye holê. Rêber Apo xwe dispêre daneheva siyasî û civakî ya ji aliyê têkoşîna 53 salan ve hatiye afirandin û girêdayî vê yekê vê pêvajoyê bi rê ve dibe. Eşkere ye ku ev yek jî hêzeke têkoşînê ya mezin e. Nedîtina bi vî rengî li hemberî têkoşîna 53 salan û şehîdên me bêrêziyeke mezin e. Girêdayî nirxên ku ji aliyê şehîdên me ve hatine afirandin û xeta azadiyê wê têkoşîna ji bo civaka demokratîk jî bi serkeftî were birêvebirin. Xwedîlêderketina şehîdên me û dilsoziya ji wan re vê yekê nîşan didin.   Dema ku em şehîdan bibîr tînin em ê rêça wan bişopînin, em ji gelê xwe re soza xwe ya avakirina jiyana azad û demokratîk dubare dikin û bang li gelê xwe dikin ku li ser şopa şehîdên xwe têkoşînê mezin bikin.’’