Di şewata li Êlihê de 3 kes jiyana xwe ji dest da 2026-08-31 13:05:19   ÊLIH - Parêzer Gulsum Tûnç di encama şewata ku di 30'ê Tebaxa 2026'an de li salona werzişê ya li Êlîhê derketibû de jiyana xwe ji dest da. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn gihişt 3 kesan.   Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di şewata ku li salona werzişê derket de Parêzer Gulsum Tunç giran birîndar bû û ji bo dermankirinê rakiribûn nexweşxaneyê. Gulsum Tunç, tevî hemû midaxileyên bijîşkan ên li nexweşxaneyê jî, jiyana xwe ji dest da. Ligel Gulsum Tûnç hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 3 kes.   Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê(OHD) li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal sersaxî xwest. OHD'ê diyar kir ku ji bo hevala wan parêzer Gulsum Tûnç a jiyana xwe ji dest dayî, ji hezkirî, malbat û dostên wê re sersaxiyê dixwaze û ev yek hate gotin:   “Weke gelek mirinên ku li Tirkiyeyê pêk tên, ji ber ku ev mirin jî ji sedemên ku dikaribûn bên astengkirin pêk hat, em di nav hêrsê de ne! Ji bo ku bûyer bi hemû aliyên xwe ve ronî bibe, em daxwaz dikin ku li hember hemû berpirsiyarên ku di şewatê de îhmal a wan heye û peywirdarên giştî yên ku kontrolên pêwîst nekirine lêpirsîneke bandor û lezgîn bê destpêkirin; em ji raya giştî re radigihînin ku em ê bibin şopdarê vê pêvajoyê!”