Çi bi Rojînê hat? Gulistan li ku ye? 2026-08-31 20:56:13     MERSÎN – Platforma Jinan a Mersînê ji bo lêkolîneke berfireh derbarê mirina Rojîn Kabaîş de bang kir û got: “Çi bi Rojînê hat? Gulistan li ku ye? Em ji bo Rojîn, Gulistan û Rojwelat edaletê dixwazin.”   Platforma Jinan a Mersînê li ber Kotonê ji bo ronîkirina mirina xwendekara Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê, Rojîn Kabaîş daxuyaniyek da û her wiha bal kişand ser Rojwelat Kizmaz û Gulistan Doku.  Li ser navê platformê Çîgdem Goksoy metna daxuyaniyê xwend.   Çîgdem Goksoy, diyar kir ku piştî Rojîn Kabaîş di 27ê Îlona 2024’an de ji yurdê derket, êdî tu agahî jê nehatin wergirtin û piştî 18 rojan cenazeye wê li peravên Gola Wanê hate dîtin û wiha bal kişand ser geşedanên dawî: “Em daxwaz dikin ku beyî derênxistinê divê rewş bê zelalkirin. Encamên nimûneyên DNA’yê yên ji Rektorê Zanîngehê Hamdullah Şevlî û biraziyê wî Enes Şevlî hatine wergirtin bên aşkerakirin.   Em ne tenê sedema mirinekê, lê tevahiya bûyerên ku ji kêliya windabûna jineke ciwan heta mirina wê pêk hatine, dipirsin û lêkolîn dikin. 18 rojan a piştî windabûna Rojîn Kabaîş bi awayekî berfireh ji nû ve were lêkolînkirin û di vê çarçoveyê de dîmenên kamerayan, tomarên HTS’yê, tomarên çalakiyên dîjîtal, encamên DNA û encamên din baş bên lêkolînkirin.”   Çîdem Goksoy, di daxuyaniyê de bal kişand ser dozên Gulistan Doku û Rojvelat Kizmaz û got: “Her sê dozan de jî derbarê çarenivîsa van jinên ciwan de pirsên bêbersiv hene û mijarên têkildarî berpirsiyariya saziyên dewletê derdixin pêş.   Mijar ne tenê tespîtkirina kesên sûcdar e. Mijar ew e ku mekanîzmayên dewletê di rewşên windabûn an kuştina jinan de heta çi astê serbixwe, bi bandor, şefaf û berpirsiyar in. Qanûn ne ji bo parastina kesên xwedî statû û hêz e,  ji bo derxistina rastiyê ye.   Em ji bo Rojîn Kabaîş edaletê  dixwazin. Em ji bo Gulistan Doku edaletê dixwazin. Em ji bo Rojwelat Kizmaz edaletê dixwazin. Em ji bo mafê jiyanê yê jinan edaletê dixwazin. Şert û mercên mirina Rojînê nikarin bi demê re bên veşartin. Pirsên me hene. Em bersivan dixwazin. Çi hat serê Rojînê? Gulîstan li ku ye?" Em wê dipirsin.”