KCDK-E û TJK-E'yê ji bo çalakiya 15'ê Îlonê ya li Strasbourgê bang kirin 2026-09-08 10:22:21   NAVENDA NÛÇEYAN - KCDK-E û TJK-E'yê ji bo çalakiya 15'ê Îlonê ya li ber Konseya Ewropayê ya li Strasbourgê banga tevlîbûnê kirin ku wê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bicihanîna "mafê hêviyê" bê lidarxistin.   Rêxistinên sîwanî yên Kurd ên li Ewropayê KCDK-E û TJK-E'yê ragihandin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bicihanîna "mafê hêviyê" di 15'ê Îlonê de li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê çalakiyeke girseyî lidar bixin.   Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku weke her gel û neteweyê mafê bi milyonan Kurdan e ku bi ziman, nasname, çand û îradeya xwe bi rengekî azad û bi rûmet bijîn û hate gotin, "Êdî mecbûriyeteke nayê taloqkirin e ku mafên demokratîk ên gelê Kurd bêne garantîkirin Û li ser bingeha pîvanên hiqûqa gerdûnî û normên mafên mirovan ên navneteweyî çareseriyeke demokratîk û mayinde pêk were.   Misogeriya mafên bingehîn ên gelê Kurd ne tenê berpirsyariya Tirkiyeyê hey, her wiha berpirsyariya civaka Ewropayê û navneteweyî ye. Ji bo pêşî li aştiya mayinde û çareseriya demokratîk bê vekirin, di serî de Konseya Ewropa girîng e saziyên navneteweyî bi erk û berpirsyariya xwe rabin.   Banga 27'ê Sibatê ya Bİrêz Ocalan û perspektîfa çareseriya demokratîk, ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd îrade û perspektîfeke girîng daniye holê. Ev bang ji bo bidawîkirina şerê 50 salan, ji bo xurtkirina siyaseta demokratîk û avakirina aştiyeke mayinde firsendeke dîrokî hatiye dîtin."   Di daxuyaniya hevpar de hate bibîrxistin ku Konseya Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî, parlamentên welatên cuda û saziyên karên derve bi daxuyaniyan bal kişandin ser girîngiya pêvajoyê û çareseriya bi rêbazên aştiyane û demokratîk a pirsgirêka KUrd û hate gotin, "Li gel dema ku di ser re derbas bûye jî di mijara piştgiriya ji bo gavên mayinde û şênber a îradeya ji bo çareseriya demokratîk hatiye danîn, gaveke cidî nehatiye avêtin. Berevajî vê yekê valahiyeke cidî derketiye holê."   Di daxuyaniyê de işaret bi bangên muzakere û çareseriya demokratîk ên bi salan ên Rêber Apo hate kirin û hate gotin, "Ji bo di vê pêvajoyê de îradeya hatiye danîn veguhere çareseriya demokratîk a mayinde, pêwîste alî karibin bi rengekî wekhev danûstandinê û muzakereyan bikin, ji bo vê jî mekanîzmayên siyasî û hiqûqî yên pêwîst bêne avakirin.   Aştiya mayinde tenê bi bidawîkirina şer nabe, bi çareserkirina pirsgirêkên hiqûqî û siyasî yên sedema şer in, dibe.   Meseleya "Mafê hêviyê" ku salên dûr û dirêj e di rojeva Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û mekanîzmayên pêwendîdar ên Konseya Ewropayê de ye, yek ji sernavên girîng ên vê pêvajoyê ye."   KCDK-E û TJK-E'yê destnîşan kir ku di serî de Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê saziyên Ewropayê yên pêwendîdar divê nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kontrol bike û bike ku gavên pêwîst biavêje.   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku "Mafê Hêviyê" yê Rêber Apo nabe ku weke meseleya yek kesî bê dîtin û hate gotin ev maf pîvaneke hiqûqî ye ku pêwendiya xwe yekser bi rûmeta mirovan, dewleta hiqûqê û mafên mirovan ên bingehîn re heye.   Lewma bang li Konseya Ewropayê û saziyên navneteweyî yê pêwendîdar hate kirin ku ji bo Tirkiye berpirsyariyên xwe yên li vê qadê bi cih bîne gavên bi bandor û şênber biavêje.   Di daxuyaniyê de ji bo xurtkirina perspektîfa aştî û çareseriya demokratîk a li Tirkiye û çar parçeyên Kurdistanê işaret bi girîngiya azadiya Rêber Apo û afirandina mercên muzakereyê yên demokratîk hate kirin.   Hate ragihandin ku Konseya Ewropa di mijara mafên mirovan, demokrasî û serweriya hiqûqê de weke saziyeke bingehîn divê ne tenê li bicihanîna biryarên xwe temaşe bike, her wiha divê mekanîzmayên ku encamê bi dest bixin bi bandor bixe meriyetê.   Di vê çarçoveyê de di serî de Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bang li hemû saziyên pêwendîdar hate kirin ku bi berpirsyariyê rabin, di mijara "Mafê Hêviyê" de mekanîzmayê kontrolê bi bandor bi bixin meriyetê û bikin ku Tirkiye gavên hiqûqî yên pêwîst biavêje.   KCDK-E û TJK-E'yê diyar kir ku li gel Berlin, Brüksel, Den Haag, Bern, Viyana, Londra, Roma, Paris, Kopenhag, Oslo, Göteborg û Atinayê wê li pêşiya parlamentên Awûstralya û Kanadayê mîtîngên girseyî bêne lidarxistin û got, "Dosyayên di çarçoveya daxwaza Mafê Hêviyê de hatin amadekirin wê heman rojê pêşkêşî parlamentên welatên Ewropayê bêne kirin. Li Marsîlyayê jî li pêşiya nûnertiya Konseya Yekîtiya Ewropayê wê hin rêze çalakiyên demokratîk bêne lidarxistin.   Li bajarên Hamburg, Hannover û Rheinê li pêşiya parlamentên eyaletan wê çalakiyên demokratîk pêk werin. Di vê çarçoveyê de em bang li gelê xwe dikin ku bi xurtî beşdarî çalakiyan bibe.   Di çarçoveya çalakiyan de li pêşiya Konseya Ewropayê wê daxwaza Mafê Hêviyê yê Rêber Apo bi dengekî bilind bê bilêvkirin. Weke dewama çalakiyên demokratîk 15'ê Îlonê li Strasbourgê em ê li ber Konseya Ewropayê bicivin."   Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku weke Kurdistaniyên li dîasporayê li gel hemû saziyên xwe yên civakî û pêkhateyên xwe ew têkoşîna xwe bi biryardarî dewam dikin û hate gotin, "Li ser bingeha banga dîrokî ya 27'ê Sibata 2025'an a Rêber Abdullah Ocalan em bi feraseta avakirina civaka demokratîk tevdigerin. Di vê têkoşînê de daxwaza me ya herî bingehîn eşkere ye: Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were."