Daxwaza ji bo Kurdî statu û bi zimanê dayikê perwerde 2026-09-16 19:44:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya sala nû ya perwerdehiyê li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn û daxwaza  bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û statuyê hat kirin.    Komeleya Lêkolînên Zimanê Kurdî (ZIMANGER) a Rihayê, bi boneya destpêkirina serdema nû ya perwerdehiyê ya 2026-2027'an, ji Parka Elî Şellî heta daxuyanî da çapemeniyê. Di meşê de dowîzên “Zimanê me hebûna me ye”, “Kurdî dayika me ye”, “Bê ziman jiyan nabe”, “Ziwanê min qedexe meke”, “Ma statuyê bi Kurdî wazenê” û pankartên “Ziman jiyan e, jiyan ziman e”, “Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî” hatin vekirin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka ZIMANGER a Rihayê Parêzer Esma Şengul ve hat xwendin.   Destpêkê Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Nîhat Demîrbîleklî axivî û diyar kir ku ew Kurd in û welatê wan Kurdistan e û got: “Îro behsa statuta zimanê Kurdî tê kirin. Lê em dibînîn ku hêj jî li hember zimanê gelê Kurd nerazîbûn heye. Heke behsa pêvajoya aştî tê kirin divê zîman Kurdî bibe xwedî statu. Divê dayikên me zarokên xwe re Kurdî buaxivin. Em nahêlin zimanê me di bin zimanekî din de bibîne û bê winda kirin. Bijî zimanê Kurdî, bijî Kurd û Kurdistan.”   ‘Em ê her qada jiyanê de xwedî zimanê xwe derbikevin’   Piştre Parlementerê DEM Partiyê Omer Ocalan destnîşan kir ku xwedîderketina zimanê dayikê gelek girîng e û wiha axivî: “Bi sed hezaran zarokên Kurdan dest pê dibistanê kirin lê hemu zimanê xwe bêpar hatin hiştîn. Sed sal in li ser milletê me siyaseta tunebûnê tê meşandin. Lê em neheqiyê li ser zîmanê xwe qebûl nakin û em ê bimeşîn. Li parlamentoya Tirkiyeyê gelek hevdîtîn hatin pêşxistin lê hêj jî zimanê Kurdî wek zimanê nezan tê pênasekirin. Em ê her qada jiyanê de xwedî zimanê xwe derbikevin. Çawa dibistana zimanê tirkî tê bikaranîn, ji bo Kurdan jî zimanê Kurdî dê were qebûlkirin.”   ‘Ziman peyivîna heqîqetê ye’   Esma Şengul di destpêka daxuyaniyê de bala kişand ser girîngiya zimanê dayikê û wiha got: “Mirovahî bi civakîbûnê ye, civakîbûn jî bi zimên e. Lewma jî ti mirov bêyî civakê û ti civak jî bêyî ziman nikare bijî. Nexwe civak heqîqet e, ziman jî peyivîna heqîqetê ye. Qedexekirin û pêkûtiyên li dijî zimên, êrîşa li hemberî heqîqetê ye. Tu hêz nikare heqîqetê nehesibîne; çimkî heqîqet berxwedêr e û navê wê ziman e.”   ‘Kurdî nabe mijara dersên hilbijartî’   Esma Şengul bi bîr xist ku Kurdî bi dîrok û dewlemendiya xwe zimanekî kûr e û axaftina xwe wiha domand: “Gelê Kurd gelê axê yê herî qedîm e. Kurdî bi Elî Teremexî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Apê Mûsa xwe bi dinyayê daye nasîn. Tevî hemû qedexe, pêkutî û dijwariyên dîroka Mezopotamyayê jî Kurdî xwe bi dinyayê daye pejirandin û statu heq kiriye. Ji ber ku Kurdî xwe bi her awayî îspat kiriye, qet ne mijara ‘dersên hilbijartî’ ye. Yên ku bi zimanekî derveyî Kurdî dipeyivin dikarin bi riya dersên hilbijartî fêrî Kurdî jî bibin. Lê ji bo Kurdî bi xwe, şert e ku ji pêşdibistanê hetanî zanîngehê gav bi gav di makezagonê de cih bigire û di kiryarê de jiyanî bibe.”   Esma Şengul di dawiya daxuyaniyê de bal kişand ser têkoşîna ji bo zimanê Kurdî û ev bang kir: “Em statuya Kurdî û perwerdehiya bi zimanê Kurdî bi têkoşîna xwe ferz dikin û bi awayekî defakto pêk tînin; em ê her tim pêk bînin jî. Bijî perwerdehiya bi zimanê dayikê, bijî wekhevî û aştiya civaka demokratîk!”   Daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.   Îzmîr   Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman Avestayê, bi boneya destpêka sala perwerdehiyê ya 2026-2027’an û ji ber ku zarokên Kurd ji perwerdeya zimanê zikmakî bêpar dimînin, li ber avahiya komeleyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Gelek welatî, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de bi kurmancî û kirmanckî pankarta “Statuya Kurdî, Perwerdeya bi Kurdî” hate vekirin û dirûşmeya “Bê ziman jiyan nabe” hat berzkirin.   Daxuyanî li ser navê komeleyê ji aliyê Hevserokê Komeleyê Ramazan Kaygûsûz ve hate xwendin. Ramazan Kaygûsûz da zanîn ku di 14’ê îlonê de dibistanên Tirkiyê vebûn û ji destpêka avabûna komarê heya îro perwerde tenê bi zimanê tirkî tê dayin û diyar kir ku li Tirkiyeyê bi kêmanî 30 milyon kurd hene lê zimanê wan qedexeye û got: “Hemû zarokê kurdan bi Tirkî perwerdeyê dibînin, Ango tên bişaftin. Mafê perwerdehiya zimanê zikmakî mafê bingehîn ê mirovî ye. Asîmîlasyon sûcekî mirovî ye.”   ‘Ev sed sal e gelê Kurd doza mafê xwe dike’   Ramazan Kaygûsûz bal kişand ku ev sed sale ku gelê kurd doza mafê xwe neteweyî dike û got: “Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Ji ber vê pirsgirêkê ev sed sal e şer û aloziyên mezin çêbûn”   ‘Îsrara di asîmîlasyonê de îsrara di şer de ye’   Ramazan Kaygûsûz destnîşan kir ku di pêvajoya çareseriya demokratîk de divê mafê kurdan ê perwerdehiya bi zimanê zikmakî neyê piştguhkirin û got: “Israra di asîmîlasyonê de tê wateya israra di şer de. Her ziman dewlemediya çanda cîhanê ye. Zimankujî loma dijminatiya tevahiya gelên cîhanê ye. Heta ku asîmîlasyon li dar be kes nikare qala çareseriyê demokratik û entegrasyona demokratîk bike.”   Bangewaziya têkoşînê   Di dawiya daxuyaniyê de Ramazan Kaygûsûz bangî hemû welatparêz, şoresger, sosyalîst û demokratan kir û got: “Ji bo vê daxwaza rewa ya gelê kurd têbikoşin.”   Piştî daxuyaniyê Parlementerê DEM Partiyê ya Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk axivî û got: “Zimanê dayikê tê wateya jiyanê. Tê wateya xweîfadekirinê. Tê wateya hebûnê. Hûn nikarin siyasetê, felsefeyê, matematîkê, lîstika zarokan ji zimanê wan a dayikê cûda bikin. Hûn nikarin pirsgirêka hebûnê daxin asta dersên bijarte û dersên bijarte bêkêr bikin û bibêjin “Me ev pirsgirêkê çareser kir”. Ne li Rojava, ne li Rojhilat, ne li Bakur, ne li Başûr, hûn nikarin li ti derê vê yekê bikin.”   Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.