Li Esenyurtê pakrawanên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn 2026-09-20 15:55:22 STENBOL - Li navçeya Esenyurt a Stenbolê, ji bo şehîdên ku di dem û cihên cuda de di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de şehîd bûn, bernameya bîranînê hate lidarxistin.   Di bîranînê de ku bi pêşengiya MEBYA-DER'ê hate lidarxistin Îzzettîn Tuş (Cemîl Wan), Melîk Firat Seven (Ciwan Serhed), Reşat Bozyîtîg (Dîren Amed) û Ersîn Seven (Argeş Întîkam) hatin bîranîn.   Malbatên şehîdan, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes beşdarî bernameyê bûn. Di bernameyê de pankarta bi nivîsa "Şehîdên me rûmeta me ne" hate daliqandin û dirûşma "Şehîd namirin" hate berzkirin.   Di çalakiyê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, sînevîzyon hate nîşandan.    Bername piştî xwendina duayan bi dawî bû.