Kampanyaya Sêşema ji darvekirinê re na: Di Îlonê de zêdetirî 79 kes hatin darvekirin 2026-09-29 13:31:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanyaya ‘Sêşema ji darvekirinê re na’ di hefteya 140’an ku rastî destpêka sala nû ya xwendinê hat de, bi beşdariya girtîgeha Dare Şehr û Meşgîn Şehr gihîşt 66 girtîgehan. Kampanyayê diyar kir ku di vê mehê de herî kêm 79 kes hatine darvekirin.   Girtîgehên Dare Şehr û Meşgîn Şehr beşdarî kampanyaya ‘Sêşema ji darvekirinê re na’ bûn. Bi vî awayî hejmara giştî ya girtîgehan gihîşt 66’an. Girtiyên li van her du girtîgehan ragihandin ku ew ê ji vê Sêşemê û pê ve beşdarî greva birçîbûnê ya heftane ya kampanyayê bibin.   Bal kişandin ser rewşa xwendekaran Daxuyaniya kampanyayê ya hefteya 140’an hemwext bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re hat weşandin. Beşek ji naveroka daxuyaniyê ji bo xwendekar û kesên ku di xwepêşandanan de mirine hate veqetandin. Daxuyanî bîranîna xwendekar, mamoste û akademîsyenên ku di dema aloziyên civakî de mirine bi rêzdarî nîşan dide, di heman demê de balê dikşîne ser girîngiya perwerdeyê û rewşa niha ya zarok û xwendekaran.   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku sala nû ya xwendinê di rewşek ku gelek xwendekar û ciwan bi girtin û pêvajoyên yasayî yên têkildarî xwepêşandanan re rûbirû ne destpê kir. Nivîs ji derveyî protestokirina darvekirin û tepeserkirinê, balê dikşîne ser girîngiya bîranîna kesên di xwepêşandanan de mirine, bi taybetî jî ya xwendekaran.   Di meha Îlonê de herî kêm 79 kes hatine darvekirin   Di beşek din a daxuyaniyê de behsa daneyê darvekirinên meha Îlonê kir. Kampanyayê diyar kir ku di meha Îlonê de 6 jin û 10 welatiyên Belûc, herî kêm 79 kes hatine darvekirin.   Di daxuyaniyê de hate gotin ku Mehbûbe Şabanî ku di xwepêşandanên Çileya 2026’an de hatibû girtin, cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û fikarên derbarê rewşa wê de anîn ziman. Di nûçeyên ku di 6’ Îlonê de hatî weşandin de hat gotin ku Mehbûbe Şabanî ji beşa ‘Aramesh’ a Girtîgeha Vakilabadê ya li Meşhedê sewqî hucreya yekkesî hatiye kirin. Sedema vê veguhestinê bi fermî nehatiye ragihandin.   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku nêzîkî 200 girtiyên siyasî û redkarên wijdanî niha rûbirûyî cezayê darvekirinê ne.   Hejmara girtîgehên beşdarî kampanyayê bûne gihîşt 66’an   Daxuyanî bi tekezkirina ku grevên birçîbûnê yên heftane yên girtiyên beşdarî kampanyayê dibin berdewam dikin, bi dawî dibe. Bi beşdarbûna girtîgehên Dare Şehr û Meşgîn Şehr, hejmara giştî ya girtîgehên ku beşdarî kampanyaya ‘Sêşema ji darvekirinê re na’ bûne gihîştiye 66’an. Girtiyên li van her du girtîgehan ji vê hefteyê û pê ve beşdarî greva birçîbûnê ya heftane dibin.   Kampanyaya ‘Sêşema ji darvekirinê re na’ li Girtîgeha Qezel Hesar dest pê kir û di hefteyên dawî de bi beşdariya gelek girtîgehên din berfireh bû. Tevger protestokirina sepandin û bicîhanîna cezayên darvekirinê esas digre. Grevên birçîbûnê yên heftane wek rêbazek a protestoyê bikar tîne.