Di 6 mehan de 107 jinan piştgiriya hiqûqî xwestine 2026-10-13 09:04:49   Gulîstan Gulmuş   RIHA - Li bajarê Rihayê ku di warê bûyerên tundiya li dijî jinan û kuştina jinan de di rêzên pêşîn de ye, di nava şeş mehên borî de, 107 jinan ji bo piştgiriya hiqûqî  52 jinan jî ji bo piştgiriya derûnî serî li Komeleya Piştevaniya Jinan a Yaşameviyê dane.   Herçend tundiya li dijî jinan û kuştina jinan li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê berdewam dikin jî kêmasiya mekanîzmayên piştgiriyê yên heyî rewşê girantir dike. Li Rihayê ku navendên taybet ên şêwirmendiyê ji bo jinan lê nînin, jin dema rastî tundiyê tên, gelek caran di gihîştina mekanîzmayên piştgiriyê de zehmetiyan dikişînin. Komeleya Piştevaniya Jinan a Yaşameviyê hewl dide bi rêya pêşkêşkirina piştgiriya hiqûqî, derûnî û civakî ji bo jinan vê valahiyê dagire.   Endama rêveberiya Komeleya Piştevaniya Jinan a Yaşameviyê Sevînç Îzol, derbarê serlêdanên ku di şeş mehên dawî de ji komeleyê re hatine kirin, pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin û mekanîzmayên ku divê ji bo têkoşîna li dijî tundiyê bên avakirin de axivî.   Di şeş mehan de 107 jinan daxwaza piştgiriya hiqûqî kirin   Sevinç Îzol, bi bîr xist ku di şeş mehên dawî de 107 jinan ji bo piştgiriya hiqûqî serî li wan dane û diyar kir ku 52 jinan jî daxwaza piştgiriya derûnî kirine. Sevînç Îzol got: "Ev serlêdan bi piranî têkildarî mijara hevberdanê ne. Bi rêya van serlêdanan, em dibînin ku jin rastî her cûre tundiya dijwar a zayendî, fîzîkî û derûnî tên."   Sevinç Îzolê, bi destnîşankirina wê yekê ku niha 25 jin piştgiriya psîkolojîk werdigirin, diyar kir ku barê lênêrînê û nebûna derfetên çavdêriya zarokan, gihîştina jinan a bi vê cureyê piştgiriyê zehmet dike. İzolê got: "Pirsgirêkên wekî nikarîbûna derketina ji malê û nebûna cihekî ji bo hiştina zarokan hene. Dema em diçin qadê, pêdiviyeke pir mezin a bi piştgiriya psîkolojîk bi awayekî zelal tê dîtin."   ‘Serlêdan ji sedî 90  têkildarî tundiya navmalî ne’   Sevînç Îzol diyar kir ku ji sedî  90 serlêdan têkildarî tundiya li dijî jinan, ji tundiya navmalî an jî tundiya kesên bi wan re dizewicin û lê zêde kir ku di demên dawî de di hejmara serlêdanên jinên ciwan de zêdebûnek çêbûye. Sevînç İzol bal kişand ser wê yekê ku jinên ciwan  ji bilî tundiya kesên bi wan re hatine zewicandin û tundiya dîjîtal  ji ber pirsgirêkên wekî îzolasyon û stresa piştî trawmayê jî pêdiviya wan bi piştgiriya psîkolojîk heye û got: "Jin bi taybetî ji ber îzolasyon, hesta tenêbûnê, hesta bêhêziyê, nebûna daxwaza tevlîbûna jiyanê û hesta 'bêçaretiyê li piştgiriya psîkolojîk digerin."   'Tundî wekî hawêrekê ye'   Sevînç Îzol bi gotina ku zehmetiyên aborî derketina jinan a ji hawîrdorên tijî tundî zehmet dike re destnîşan kir ku tundî, xizanî û pirsgirêkên din bandorê li hev dikin û hev xurt dikin û got: "Tundî mîna hawêrekê ye. Her pirsgirêk li ser asteke ku pirsgirêkên psîkolojîk, hiqûqî û aborî bi hev ve girêdayî ne, derdikeve pêşberî me."   ‘Li Rihayê navendeke şêwirmendiya jinan tune ye’   Sevinç Îzol, tekez li ser nebûna navendên şêwirmendiyê yên bi hêsanî gihîştina ji bo jinan li Rihayê kir û destnîşan kir ku barên lênêrînê, zehmetiyên aborî û zextên civakî jî rê li ber jinan digirin ku bigihîjin mekanîzmayên piştgiriyê û got, “ Li herêma metropolîtan a Rihayê navendeke şêwirmendiya jinan tune ye. Dema ku jin bi pirsgirêkên psîkolojîk an hiqûqî re rû bi rû dimînin, mekanîzmayek tune ye ku ew serî lê bidin. Lêbelê, divê li her taxê navendeke şêwirmendiyê hebe,"      'Jin di nav çar dîwaran de asê mane'   Sevinç Îzol, bi destnîşankirina ku jin ligel berpirsiyariyên lênêrîna zarok û extiyaran bi zehmetiyên aborî re jî têdikoşin, diyar kir ku ev rewş qada jiyanê ya jinan sînordar dike. Wê rave kir ku jiyana jinan ji ber gelek sedeman sînordar e û got, "Jinên dixebitin dixwazin bixebitin, lê cihek tune ku zarokên xwe lê bihêlin. Barê lênêrîna extiyaran hîn jî dikeve ser milê jinan. Ew nikarin derkevin derve da ku pirsgirêkên tenduristiya xwe çareser bikin. Bi kurtasî, jin di nav çar dîwaran de asê mane. Cih nikarin pirsgirêkan çareser bikin û dê jin bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin."