Tehliyeya girtiyên li Sîncanê careke din hat taloqkirin 2026-10-13 12:27:11   ENQERE - Tehliyekirina Zeliha Ustabaş a ku li Sincanê girtî ye, ji bo 9 mehan hate taloqkirin. Ev cara 5'emîne ku tehliyeya Zelîha Ustabaş tê taloqkirin. Herwiha tehliyeya Orhan Yakişir jî ji bo 11 mehan hat taloqirin û ev çara 3'emîn e ku tê taloqkirin.   Tehliyeya du girtiyên li girtîgeha Sincanê, careke din bi biryarên Lijneya Îdarî û Çavdêriyê hate taloqkirin. Tehlieyeya Zeliha Ustabaş a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sincanê, cara pêncemîn hate taloqkirin û ya Orhan Yakişir ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 1 a Sincanê jî cara sêyemîn hate taloqkirin.   Ji bo Zeliha Ustabaş  9 mehan taloq   Tehlieyekirina  Zeliha Ustabaş ku ji 18'ê Tîrmeha 2024'an ve çar caran ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve hatibû astengkirin, niha ji bo 9 mehên din hate taloqkirin. Dîroka nû ya tahliyeya wê ji bo 24'ê Tîrmeha 2027'an hate diyarkirin. Nirxandina din a rewşa wê jî ji bo 8'ê Tîrmeha 2027'an hate plankirin.   Ji bo Orhan Yakişir  11 mehan taloq   Tehliyekirin Orhan Yakişir jî cara sêyemîn hate astengkirin. Piştî ku berê rastî taloqa 3 mehî û piştre 8 mehî hatibû, niha tehliyekirina Yakişir ji bo 11 mehan hate paşxistin. Nirxandina din a lijneyê ji bo 7'ê Îlona 2027'an hate diyarkirin.