Li Gundikê Melê Navenda Jiyanê ya Jinan a Hêvî tê vekirin 2026-10-21 09:05:53   ŞIRNEX - Li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê ku 32 sale şaredariya wê heye ji bo jinan Navenda Jiyanê ya Jinan tê vekirin. Heşaredara bajarokê Gulsum Atak diyar kir ku li vê navendê ji bo jin û zarokan wê atolyeyên cur bi cur hebin.   Bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê di 1994’an de statuya şaredariyê girt. 32 sale ku şaredariya bajarokê heye, der barê jinan de heta niha tu tiştek nehatiye kirin. Şaredariya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a bajarokê niha îmzeyê davêje xebateke ewil. Li bajarokê ji bo jinan Navenda Jiyanê ya Jinana Hêvî tê avakirin. Xebatê avakirinê didomin û demek nêz de wê bê vekirin.   Hevşaredara Gundikê Melê Gulsum Atak, der barê Navenda Jiyanê ya Jinan de axivî.   ‘Me xwest jin hîn bêtir bên dîtin’   Gulsum Atak da zanîn ku demek berê dest bi xebatan kirine û wiha got: “Li vir der barê jinan de qadek civakî tunebû. Ji ber vê me dest bi xebatek wisa kir. Ji bo jin xwe pêş bixînin û hîn bêtir bên dîtin me biryar da ku em vir vebikin.”   Atolyeyên cur bi cur   Gulsum Atak destnîşan kir ku li Navenda Jiyanê ya Jinan avakirina pirtûkxaneyek jinan difikirin û wiha dirêjî dayê: “Em dixwazin bi atolyeyê perwerdehiyê di qada çand-huner û ziman de alîkariyê bidin. Li navendê 4 ode hene. Yek ji van wê ji bo zarokan be. Ji bo zarokan jî wê xebatên me li wir hebin.”   ‘Ji bo bibe deriyê hêviyê’   Gulsum Atak bang li hemû jinên li bajarokê dijîn kir û wiha vegot: “Em dixwazin hemû jin bên navendê. Ev der ji bo jinane.Me navê vir kir Hêvî ku ji bo hemû jinan bibe hêvî. Bila jin bên vir û hêviyên wna xurt bibin.”