CPT'yê serdana Îmraliyê kir

  • 18:59 3 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ENQERE - CPT'yê ku di 20-29'ê Îlonê de serdana Tirkiyeyê kiribû, îro daxuyand ku çûye Girtîgeha Îmraliyê jî. 
 
Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), îro têkildarî serdana xwe ya Tirkiyeyê ya di 20-29'ê Îlonê de daxuyanî da. CPT'yê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku serdana Girtîgeha Îmraliyê jî kiriye. 
 
CPT'yê têkildarî serdana xwe daxuyaniyek bi nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê di 20-29'ê Îlonê de bi armanceke taybet serdana Tirkiyeyê kiriye û gotiye ku di serdanê de prosedura têkildarî binçavkirina biyaniyan, şert û mercên wan ên ragirtinê û dersînorkirina wan vekolandiye. 
 
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku heyeta CPT'yê ji bo raçavkirina şert û mercên girtîgehê çûye Girtîgeha Îmraliyê jî û di vê çarçoveyê de li ser fealiyetên civakî yên tên berpêşkirin û pêwendiya bi derve re hatiye sekinandin. 
 
Heyeta CPT'yê di çarçoveya serdanê de hevdîtin bi Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, Serokê Îdareya Koçberiyê Savaş Unlu û rayedarên payebilind ên girêdayî Wezareta Karên Navxweyî (Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Fermandariya Ewlehiya Peravê) re kiriye. 
 
Her wiha heyetê bi Cîgirê Wezîrê Dadê Akin Gurlek, Midûrê Giştî yê Girtîgehan û rayedarên payebilind ên Wezareta Karên Derve re jî têkildarî pêkanîna mueyîdeyan û Girtîgeha Îmraliyê de axifiye.