Virûs cuda ne, lê rêbaza parastinê yek e

  • 09:14 21 Çile 2023
  • Tenduristî/Werzîş
 
 
Rojda Aydin 
 
AMED - Hevseroka Şaxa SES'ê ya Amedê Yildiz Ok Orak, diyar kir ku ji ber virûsa ku hêj navê wê nehat zanîn beşên lezgîn ên nexweşxaneyan tije bûne û anî ziman ku ev virûs tim xwe diguherîne û got: "Virûs cuda ne, lê rêbaza parastinê yek e, ev jî hîjyen e." 
 
Hej jî li tevahiya cîhanê bandora Covîd-19 berdewam dike. Kesên ku bi Covîd-19 ketin jî bi nexweşiyên mayînde re rûbirû man. Bi mutasyonê re jî niha gelek varyantên cuda yên Covîdê derketin holê. Derketina varyantên cuda jî di nava civakê de bû sedema tirs û fikaran. Hejmara nexweşan ên di servîsên lezgîn de pir zêde ne. Testên ku tên kirin, tedawiyên ku tên kirin û dermanên ku tên dayîn terê nake û hêjmar her diçe zêde dibe. 
 
Derbarê mijarê de Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Amedê Yildiz Ok Orak, ji ajansa me re axivî. 
 
‘Virûs hem diguherin û hem jî pir zû belav dibin' 
 
Yildiz, destnîşan kir ku mirovan hevsengiya ekolojîk a cihanê xera dikin û ji ber vê yekê jî nexweşî diguherin û vîrûs jî diguherin. Yildiz, bi lêv kir ku Covîd-19 belavî cihanê bûye û bi bandor e jî û wiha got: “Em wek kedkarên tenduristiyê ev sê sal in bi Covîd-19 re têdikoşin. Me digot ev pêvajo êdî derbas bûye. Lê belê em îro dibînin ku Covîd hîna jî berdewam dike. Ev virûs giheriye û virûsek nû derketiye holê. Ev tişt ji ber xerabûna hevsengiya ekolojîk pêk hat. Mînak dema em li demsalê dinêrin, hewa pir germ e. Roj pir germe, ber bi êvarê re jî ev germahî vediguhere sermayeke zûha. Her wiha dîsa serê sibê jî wisa ye. Ev bi mehan e baranek rêkûpêk nebariyê. Li seranserê cihanê êdî şertên hewayê ne asayiye. Ev rê li ber virûsên nû vedike. Di sermaya wisa hişk de, virûs pir zû belav dibin, diguherin û bi hêztir dibin."
 
‘Em nizanin ku ev virûs çiye’
 
Yildiz, diyar kir ku ew xebatkarên tendûristiyê ne û her çend li nexweşxaneyê dixebite jî di pêvajoya Covîdê de tu carî bi virûsê neketiye û bi lêv kir ku vê demsala payiz û zivistanê ev du car in nexweş ketiye. Yildiz, daxuyand ku ev virûs jî wek Covîdê giran derbas dibe û wiha pê de çû: “Niha li hemû nexweşxaneyan gelek zêde nexweş hene. Ji endamên biçûk ên malbatê heta yên mezin hemû vê nexweşiyê ketin. Piştre ev rêz carekedin vediguhere serî. Ev du meh in hemû kes vê nexweşiyê dikevin. Em nizanin ku ev virûsa çiye, hîn ne diyar e. Car gotin virûsa Înfluenza A û carekekî gotin Betaye. Di rastiya xwe de hîn navek ji vê nexweşiyê re nehatiye dîtin. Mînak testa Covîdê tê kirin, lê belê encam ne Covîd e û negatîf derdikeve. Virûsa Covîd veguheziye û hemû kes bi vê vîrusê re rû bi rû ne.”
 
‘Em ê çawa li dijî virûsê têbikoşin?'
 
Yildiz, diyar kir ku komîteyên enfeksiyonê û xizmetên tendûristiyê li ser vê virûsê lêkolînan dikin û wiha dom kir: “Lê belê wekî hemwelatî bêyî ku navê virûsê hebe, awayên parastina ji virûsan yek in. Rêbazên têkoşîna li dijî virûsê jî heman in. Em îro navê wê bikin Beta, piştî 10 rojan virûsek din derdikeve holê. Tişta herî girîng ew e ku em ê çawa li hemberî virûsê têbikoşin. Lewra jî rêbazên têkoşînê ya li dijî virûsê jî heman tiştin. Çawa ku di dema pêvajoya Covîdê de em kêm derdiketin kolanan divê wisa be û divê ji derdorên qelebalix em dûr bisekinin.”
 
‘2 hezar kesî serî li Nexweşxaneya Zarokan daye' 
 
Yildiz, da zanîn ku di tedawiya Covîd û bapêş de tu cudahî tuneye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lewra jî bi virûsa niha û derbasbûne de tu cudahî tuneye. Virûs ew qas belavbûye ku di nexweşxaneyan de cih nemaye. Berê 700 û 800 nexweş serî li beşa lezin a Nexweşxaneya Zarokan didan, niha ev hejmar gihîştiye 2 hezarî. Nexweşxaneya Zarokan, Nexweşxaneya Welîdinê ya Jinan, Nexweşxaneya Zanîngehê û gelek nexweşxaneyên din jî beşên lezgîn tijî ne. Beşên raketina nexweşan gelek tijî ye. Nexweşxane vê barê nikarin rakin. Piranî tedawiya bi serûmê dikin û vîtamîn tên dayîn. Heta ku van negirin nikarin baş bibin. Pirsgirêka herî mezin ew e ku nexweşxane nikarin vê barî rakin." 
 
‘Kesên ku vê vîrusê ketin pêwîste tedawiyê bibînin’
 
Yildiz, bal kişand ser nîşaneyên cuda yên vê nexweşiyê û wiha got: "Ev nexweşî bi êşa qirikê û bapêşê dest pê dike. Lê hinek jî bi êşa movikê re rûbirû dimînin. Ji ber êşa giran bêhemdê xwe diaxifin. Hin kes agirê wan zêde dibin û hinek jî agirên wan dernakevin. Sînora vê nexweşiyê nîne. Ger ku êş hebe, ev tê vê wateyê ku bi virûsê ketine. Ji ber vê yekê jî divê biçin nexweşxaneyê û tedawiyê bibînin. Ew vîtamînên ku gelek caran em dixwin hemû ne xwezayî ne. Ji ber vê yekê jî em bi hêsanî virûsê digirin. Ji ber ku em piştgiriyeke baş nagirin ev qas nexweş dikevin û em bi rêya dest û bêhnê belavî ji hevdû dikin." 
 
‘Divê em ji hîjyenê baldar bin'
 
Yildiz, da zanîn ku virûsên Covîd, bapêş, beta û Înflûenza A hema hema yek in û rêbazên têkoşînê jî yek in û wiha bi lêv kir: “Di dema pêvajoya Covîdê de di hêla hîjyen û îzolasyonê de em gelekî baldar bûn. Ji bo vê virûsê jî ev derbasdar e. Taybetî şûştina dest û hîjyen gelek girîng e. Ev virûs ji destan zûtir belav dibe. Her wiha bi rêya kûxikê jî bêtir belav dibe. Ji ber vê yekê pêdivî heye ku di wesayîtên giştî û li cihên giştî de maske werin bikaranîn. Ji ber vê virûsê pêwîste dibistan werin girtin. Ev virûs di dibistanan de zûtir belav dibe. Pêwîste em di hêla bikaranîna vîtamîn û mîneralan û xewê de baldar bin. Ev yek me ji virûsê biparêze.”
 
‘Divê em baldar bin' 
 
Yildiz, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xerabûna hevsengiya ekolojîk, xwarinên ku em dixwin, guherîna hewa ya demsalan û nebarîna baranê û ev bandorê hevsengiya laşê me dike û xera dike. Ev jî dibe sedem ku em nexweş bikevin. Ji bo ku em xwe ji vê virûsê biparêzin divê em di hêla hîjyenê de baldar bin û maske bikarbînin."