Ambaroya çapemeniyê ya li ser HDP’ê tê rakirin gelo?

  • 09:02 15 Çile 2023
  • Medya Kritîk
 
Zuhal Atlan 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî vê geşedana girîng em hinek biçin paşerojê û hişê xwe teze bikin. Tê bîra we di pêvajoya çarserî û diyalogê de beriya pêvajoya hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an li welat ba û bahoza HDP’ê serê xwe girtibû û diçû. Ev bahoz wisa tund bû her tişt paqij dikir. Yek ji kesên bû wesîleya vê çapemenî bû.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) van rojan pir tê axaftin Mijar diyare. Ji aliyê Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) ve hesabên HDP’ê hatin bloqe kirin û piştre jî hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan got ‘em namzetê xwe yê serokomariyê derdixin’. Piştî van her du geşedanên girîng di carekê de HDP bû partiya herî zêde tê axaftinê.  HDP ku her tim ji aliyê çapemeniya alîgir ve dihat krîmînalîzekirin, dîsa bal kişand ser xwe.
 
Li aliyekî xwe ji van diparêzin û ji aliyê din jî  bi daxuyaniyên ku dan diyar kirin ku ew di pêvajoya derxistina namzetê xwe de ji polîtîka û rêgezên xwe tawîzê nadin. Çapemeniya alîgir ya HDP fobîa di carekê de guherî û bû çapemeniya ‘sempatîzanê HDP’ê.’ Yek ji van geşedanan jî ev bû, Hevserokê giştî Mîthat Sîncar jî tevli bernameya zindî ya Haber Turkê bû.
 
Piştî vê geşedana girîng em hinek biçin paşerojê û hişê xwe teze bikin. Tê bîra we di pêvajoya çarserî û diyalogê de beriya pêvajoya hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an li welat ba û bahoza HDP’ê serê xwe girtibû û diçû. Ev bahoz wisa tund bû her tişt paqij dikir. Yek ji kesên bû wesîleya vê çapemenî bû.
 
Kengê hevserokê giştî yê berê Selahattîn Demîrtaş tevli bernama televîzyonê bibûya, twîtter dihat girtin, seranserê rojê de HDP dibû TT û bandorbûn zêde dibû. Çawa ku HDP’ê namzetên parlamenteriyê aşker akirin; namzetên partiyê ekranên malperên nûçeyan dixemilandin. Li ku derê mîtînga HDP’ê hebûna kanalên televîzyonê ji bo zindî bidin dikevin dorê.
 
Piştî polîtîkayên ku di pirsgirêka Kurd de neçaresreî dihat ferzkirin şûnde bi pêvajoya pevçûnê re ambargoya çapemeniyê dan ser HDP’ê û hevserokên giştî, berdevkên partiyê, serokwekîlên komê, berdevkên meclîsa jinan, parlamenter, endamên PM, nûnerên navend û naveçeyan bi gotinan hatin îlegalîzekirin, polîtîka wan sûc hat hesibandin, daxuyaniyên wan hatin sansurkirin. HDP ku bi dagirkirina nîjadperest û netewperest re hat rû hev, tevî hemû êrişan gotina xwe anî ziman, dengê xwe gîhand gel û tawîz neda polîtîka û êrişan.
 
Di vê pêvajoya em ketine hewaya hilbijartinê de Haber Turk Tv ya ku ketiye kategoriya çapemeniya alîgir, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar kir mîvan û vê jî pirsa ‘Gelo ambargoya çapemeniya ya li ser HDP’ê tê rakirin’ anî hişê mirovan. Wisa bû ku pêşkêşvana bernamê, di anonsa ku beriya nîqaş bên destpêkirin de gotina ‘Piştî demek dirêj şûnde yekem car Hevserokê Giştî yê HDP’ê dibe mîvan’ her tişt vedigot. 
 
Di bernameyên ku bê HDP’ê, HDP dihat nîqaşkirin de, piştî salan şûnde gelo ambargo tê rakirin? Ji bersiva ‘erê’ an jî ‘na’ wêdetir li gorî min sedem girîng e. Li gorî min  bandora riya sêyemîn ku HDP’ê û Tifaqa Ked û Azadiyê gotiye, bersiv e. Ji desthilatdarî û muxalefetê cudatir, ev nîqaşkirin ji ber îdiaya avakirina komara nû ye.
 
HDP bi polîtîka xwe ya ji bo pêşeroja welat xwedî roleke girîng e û di hilbijartinên 2023’yan de jî gelek bi bandore. Ev jî yek ji sedemên şikandina  ambargoya çapemeniyê ye.
 
Di vê pêvajoyê de dibe ku çapemeniya alîgir deriyan vebike, belkî kalemşorên berê HDP bi devê desthilatdariyê rexne dikirin, dikare şûnde gavê  bavêjin. Stratejiyeke wisa  ji bo girtina dengên kurtan taktîkek desthilatdariyê be jî, nikare bandora HDP’ê biguherînin. Lê wisa xuyaye ku êdî bê HDP’ê nikarin HDP’ê bi heqeret û êrişan nîqaş bikin.