Li girtîgeha Jinan a Sîncanê întîxar: Koxuşa G3 û L4 2026-06-25 09:03:47   Melek Avci   ENQERE - Di demên dawî de li girtîgeha Jinan a Sîncanê întîxar û mirinên bi guman zêde dibin. Parêzer Senem Doganoglu got ku bi rêveberiyên nû yên girtîgehan re tecrîd, sirgun, sewq, giran bûne û li girtîgehan rejîmek taybet tê avakirin.   Di mehên dawî de li girtîgeha Jinan a Sîncanê  întîxar, mirinên bi guman û zext zêde bûne. Her wiha tê gotin ku li girtîgehan rejîmeke înfazê ya nû tê avakirin. Di 6 mehên dawî de du girtiyan dawî li jiyana xwe anî û çar mirinên sedema wan nayê zanîn qewimîn.   Parêzer û aktîvîst Senem Doganoglu der barê tiştên li girtîgeha Sîncanê tên kirin de axivî.   Koxuşa G3   Senem Doganoglu da zanîn ku di tebaxa 2025’an de li girtîgeha Sîncanê midûrê bi navê Candaş O.A hatiye peywirdarkirin û piştî vê pergaleke nû hatiye avakirin û got: “Muvekîlên me ev ragîhandin. Me ji wan agahî girtin. Ev di alî girtiyên edlî de jî veguheriye zextê.di meha kanûnê de girtiyê trans Poyraz jiyana xwe ji dest da. Koxuşek trans hatiye avakirin. Ev koxuş li nav koxuşa  girtiyên siyasî ye û koxuşa G3 e. Ewil ji Îskenderunê mêrekî trans surgunê vir dikin. Piştre du girtiyên din tevî wî li cem girtiyên din dimînin tînin vê koxuşê û mêrekî din yê trans ji bajarekî din tînin.”   ‘Ji hêla zayendî newekehviyê dikin’   Senem Doganoglu daxuyakirin ku midûrê girtîgehê hinceta avakirina vê koxuşê wek dermankirina dermanên hormon û pêvajoya lihevkirina zayendî dinirxîne û got: “Gelo li vê koxuşê çi dibe. Dvê em wisa binêrin. Dîtbariya fîzîkî û kodên zayendî esas tên girtin û newkheviyê dikin û van koxuşan tije dikin.”   ‘Kampeke ku ji her derê Tirkiyeyê surgun tên kirinê ye’   Senem Doganoglu daxuyakirin ku ev koxuş bi giştî koxuşek îzolekirin û tecrîdê ye û kesên di van koxuşan de dernaxin faliyetên civakî û sporê. Senem Doganoglu wiha dirêjî dayê: “Mafên wan bi hicnetên cuda tên astengkirin. Di alî girtiyên trans de jî di alî girtiyên mêrên trans de jî li girtîgeha Jinan a Sîncanê rejîmeke nû tê avakirin. Li Sîncanê  li girtîgeha L4 ev pêkanîn jixwe heye. Bi vê rejîma nû re vê derê vediguherin kampê.   Cezayên hucreyan, odeyên sunger   Senem Doganoglu daxuyakirin ku bi 11’emîn û 12’emîn pakêta darazê re dixwazin di bin navê ‘tevgerên li dijî zayenda xwezayî’  van pêkanînan li girtîgeha Sîncanê pêk bînin û  got: “Li van deran rejîmek zextê ya psîkolojîk heye. Di encama vê de Poyraz Esen dawî li jiyana we tîne. Li ser girtyên edlî û li ser yên siyasî jî ev zext her tim di rojevê de ne. Pêvajoya Poyraz temslî ye. Poyraz di meha Tîrmehê de tînin girtîgeha Sîncanê û piştî midûrê nû tê zextan zêde dikin di mijdarê de koxuşa G3 ava dibe. 8 roj şûnde Poyraz dikin hucreyê.  Sê rojan di hucreyê de dimîne.  Piştî sê rojan derdixin Liljneya Îdarî û Şopandinê.  Dibin koxuşa G3.  Ew jî dibêjin min ji vir derxin. Lê mixabin ew ne hat rizgarkirin. Piştî Poyraz Esen întîxarek din  pêk hat. Muvekîlekî me di runiştinê de îfade kir ku întîxarek din a nû pêk haiye. Di 6 mehan de ev întîxara duyemîn bû bi hatina midûr re tê gotin ku çar mirinên din yên bi guman hene.”