Li Amedê stranên bi Kurdî û Katalanî dê bi hev re bên gotin 2026-11-27 12:22:30   AMED - KASED û hunermendên jin ên Katalanî dê sibehê li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê konserekê bidin.   Komeleya Çand, Huner û Wêjeya Jinan (KASED) û hunermendên jin ên Katalan dê sibê (28ê Mijdarê) konsereke hevbeş bidin. Konsera ku stranên bi zimanên Kurdî û Katalanî pêşkêş dike, dê saet 19:30'an de li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê pêk were.   Hunermend û endama KASED'ê Hêlîn Tapanci diyar kir ku armanca çalakiyê ew e ku çanda Kurd bi jinên Katalan bidin nasîn.   Helîn Tapancı xwesteka xwe ya ji bo xurtkirina danûstandina çandî û hevgirtina di navbera jinan de anî ziman û hemû welatî vexwend konserê.