Ji bo çandina daran berhevkirina berûyan 2026-10-22 14:19:22   AMED -Wekî beşek ji projeyeke ji bo çandina darên berûyê yên ku bi barana xwezayî mezin dibin û hewcedariya wan bi lênêrîneke taybet nîne, Şaredariya Peyasê ji gundên derdora navçeya Gêlê berû berhev kirin. Şaredarî dê van berûyan ji bo şitildanînê bi kar bîne, ku paşê dê li tax, gund, mêrg û çîmenan biçîne.   Projeya çandina darên berûyê ku par ji aliyê Gerînendetiya Park û Baxçeyan a Şaredariya Peyasê ve bi armanca parastin û xurtkirina nebatên xwezayî yên herêmê hatibû destpêkirin, îsal jî ji aliyê heman gerînendetiyê ve ji bo komkirina dendikên berûyan û tovên darên çinarê kampanyayek hat lidarxistin. Alîkara hevşaredaran Gulîstan Nazlier, endamên meclîsa şaredariyê, endamên Komîteya Ekolojiyê û xebatkarên Gerînendetiya Park û Baxçeyan li herêma çiyayî ya navçeya Gêlê berû berhev kirin.   Armanc parastina nebatên xwezayî yên herêmê ye   Di daxuyaniya ku ji aliyê Gerînendetiya Park û Baxçeyan ve li ser mijarê hat weşandin de hate gotin:   “Darên berûyan, tevî şert û mercên xwezayî yên dijwar jî, bi awayekî xwezayî û bi serê xwe li hin deverên herêma me şîn dibin. Wekî rêveberiyên herêmî, me ev înîsiyatîf bi van armancan da destpêkirin: Pêşxistina çandina cureyên li hemberî ziwabûnê berxwedêr û kêmav; parastin û geşkirina nebatên xwezayî yên herêmê; parastina çavkaniyên avê; û afirandina jîngeheke şînahîtir, berxwedêrtir û domdartir.”   Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin:   “Bi vê xebata ku armanca wê parastin û geşkirina ahenga xwezayî ya herêmê ye, em piştgiriya pirrengiya biyolojîk dikin, tevkariyê li bikaranîna domdar a çavkaniyên avê dikin û ji bo hilberandina cureyên herêmî yên ku li hemberî hişkesaliyê li ber xwe didin, gaveke girîng avêtine. Em ê van berû û maziyên ku me berhev kirine tevlî pêvajoyên hilberînê bikin û tevkariyê li şitilandina riwekên li gorî avhewa û axa herêma me bikin.”   4 hezar şitil amade ne   Şaredariyê da diyarkirin ku demên berê wan 4 hezar şitilên darên mazî li herêma Çemê Reş a navçeya Çinarê kom kiribûn û li qada sera û şitildanînê ya şaredariyê çandine. Piştî ku şitil gihîştin temenê 3–4 saliyê, ew ji bo gund û cihên ku pêwîstî pê heye dê werin veguhestin û çandin.   Armanca sereke ew e ku xweza, av û qadên jiyanê yên hemû zindiyan bên parastin; tişta ku ji xwezayê hatiye stendin dîsa li xwezayê bê vegerandin û siberojê hêşîntir bikin.