Li Amedê berxwedana li dijî projeya GES'ê: Nobed hate destpêkirin 2026-10-22 15:12:06   AMED  - Li taxa Arzoxlî ya Amedê, şêniyên ku li ber santrala enerjiya rojê radibin ku tê plankirin bê çêkirin, diyar kirin ku jenderme nahêlin ew biçin nava zeviyên xwe, lewma dest bi çalakiya nobedê kirin.   Li taxa Arzoxlî ya Amedê, berxwedana li dijî projeya "Zenkar 2 Tesîsa Depokirina Enerjiyê û Santrala Enerjiyê ya Rojê" hate destpêkirin, di roja duyemîn de ye. Pêvajoya hiqûqî ya li dijî biryara "ÇED Erênî" ya projeyê dewam dike. Xebatkarên şîrketê li gel jendermeyan û hêzên polîsan ketin qada kar.   Li ser vê yekê şêniyên taxê bi nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl û parêzvanên ekolojiyê ber bi qada projeyê ve meşiyan. Di çalakiyê de dirûşma "Axa me, ava me, hebûna me" hate qîrîn.   Şênî li cihekî nêzî qada projeyê li astengiya jendermeyan rast hatin û xwestin, ku sparteya hiqûqî ya karê li herêmê tê meşandin bê eşkerekirin. Serokê Komîsyona Bajar û Hawirdorê ya Baroya Amedê Ahmet Înan diyar kir ku astengî ne tenê li qada projeyê ye, her wiha li derveyî qada kar jî şênî nikarin biçin nava zeviyên xwe.   Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Berdan Ozturk jî anî ziman ku ew li dijî projeyê ne, mafê jiyanê yê gundiyan ji wan tê standin û tê xwestin ku mirov ji cih û warê xwe koç bikin.   Şêniyên taxê jî diyar kirin ku ew debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikin û destnîşan kirin ku santral li ser tenduristî, sewalkarî û paşeroja wan gef e. Şêniyan ragihandin ku li hemberî karê şîrketê wê xak û çêrgehên xwe biparêzin û ew projeyê naxwazin.   Serokê Komîsyona Bajêr û Hawirdorê ya Baroya Amedê Ahmet Înan diyar kir ku li dijî destûra dayina çêrgehê, plana îmarê û rapora ÇED'ê doz vekirine û pêvajoya hiqûqî dewam dike. Înan anî ziman ku wê hemû hewldanên xwe yên hiqûqî dewam bikin û ji bo nobeda kon jî bê mezinkirin bang li saziyên demokratîk û parêzvanên jiyanê kir.   Piştî daxuyaniyê şêniyên taxê li qada projeyê dest bi nobeda kon kirin. Şêniyan diyar kirin ku ji bo parastina xak û qada xwe ya jiyanê wê berxwedana xwe dewam bikin.