Kovara Jinê bi manşeta 'Li dijî talanê jiyan' derket 2026-06-07 10:33:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 171'emîn a Kovara Jinê bi manşeta "Li dijî talanê jiyan!" derket.   Hejmara 171'emîn a Kovara Jinê vê hefteyê li ser talankirina ekolojîk, terikandina piştî karesatê û wêrankirina civakî û têkoşîna jiyanê ya demokratîk, ekolojîk û li ser bingeha hevgirtinê ku ji hêla jin, gel û civakên herêmî ve hatî pêşxistin, disekine.   Hemû sernavên di hejmara nû de ev in:   *Edaleta Ekolojîk û Berxwedan: Li Kurdistan û Tirkiyeyê Têkoşîna Demokratîk a Ekolojiyê / Akademiya Eko   *Bila Çiyayên Me Bibişkivin! / Reyhan Hacıoglu   *"Hûn bi Xêr Hatin" / Beste Argat   *Ji bo Jinan jî Komareke Demokratîk / Ruşen Seydaoglu   *Xencera li Pişta Mirovahiyê / Gulîzar Îpek