Li Amedê zarokekê bi gûman jiyan xwe ji dest da 2026-06-07 13:53:37   AMED - Menesa Ozel a pênc salî li navçeya Rezanê di bin şert û mercên gumanbar de mirî hat dîtin.   Menesa Ozel ku duh li navçeya Rezan  a Amedê winda bûbû, di bin şert û mercên gumanbar de li baxçeyê mala xwe mirî hat dîtin. Piştî agahdarkirina malbatê, tîmên tendirustî û polîs hatin cihê bûyerê.   Tîmên tendirustiyê destnîşan kirin ku Menesa Ozel miriye. Cenazeyê wê ji bo diyarkirina sedema rastîn a mirinê birin Saziya Tiba Edlî.   Piştî otopsiyê, cenazeyê Menesa ozel li goristana taxê hat veşartin.   Lêpirsîn li ser bûyerê hat destpêkirin.