FEDA, YJAD û YJK’ê bertek nîşanî Rahmî Koç dan 2026-06-07 17:28:49   NAVENDA NÛÇEYAN- FEDA, DAKB û YJK’ê bertek nîşanî gotinên Rahmî Koç ên li dijî jinên Kurd dan, gotinên cihêker û zayendperest şermezar kirin û banga mezinkirina têkoşînê kir.   Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk bi daxuyaniyeke hevpar, bertek nîşanî gotinên Rahmî Koç ên ku jinên Kurd hedef digre da.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gotinên cihêker ku jin, gel û komên cuda ên baweriyê hedef digrin, birînên civakî kûr dikin û hate bi lêv kirin ku gotinên navborî ne tenê jinên Kurd,  her kesên ku bawerî bi wekhevî, demokrasî û nirxên aştiya civakî tînin, ne rehet dikin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Di serî de Rahmî Koç em her bang her kesên ku di raya giştî de xwedî gotin in dikin ku zimaneke ku rêzê rûmeta jinan, wekheviya gelam, azadiya bawerî û mafên mirovan digre, bi kar bînin.”   Her du sazî bang li hemû aliyên civakê kirin ku li dijî gotinên cihêker, nîjadperest û zayendperest helwesta hevpar bigrin.   YJK-E: Emê têkoşînê bilind bikin   YJK-E’yê jî bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî gotinên Rahmî Koç ên li dijî jinên Kurd da.   YJK-E’yê destnîşan kir ku gotinên ku jinên Kurd biçûk dixe û hedef digre nayên qebûlkirin û diyar kir ku tu kes ne xwedî wê mafê ye ku rûmeta jinên Kurd hedef bigre.   YJK-E’yê  wiha got: “Jinên Kurd ne beşeke civake ku were biçûkxistin e. Ew kirdeya têkoşîna azadiyê ne û wê wisa bimînin. Em soz didin ku em ê li dijî vê zîhniyetê ji bo pêkanîna şoreşa jinê têkoşîna xwe mezin bikin.”