Rapora CPT: Behsa tecrîdê nayê kirin, zarok bi jinan re tên cezakirin 2026-10-22 09:06:22   Melîke Aydin   STENBOL - Parêzera OHD’î Meryem Agar  rapora CTP’ê ya sala 2024’an a Tirkiyeyê nirxand û balkişand ser tecrîd û binpêkirinên mafan yên li ser jin û zarokan û got: “Bi dayikê re zarok di hucreyê de hiştin, ji mirovahiyê dur e, binpêkirina mafên mirovan e, îşkence ye.”   Rapora sala 2024’an a Komîteya Konseya Ewropayê ya  Pêşîgirtina li Îşkence û Pêkanînên Dijmirovahî û Pêşîgirtina Ceza (CPT)  ku der barê serdanên li girtîgehê Tirkiyeyê de amade kiriye, ji nû ve hat rojevê. Di rapoarê de pisgirêkên girtin, tecrîd, starbûn û paqijbûNê derketin pêş û he rwiha polîtîkayên tecrîdê yên lig irtîgehan, rewşa girtiyên jin û zarokên wan yên ligel wan dimînin tên nîqaşkirin.   Ji Komîsyona Mafên Jinan a OHD’a Stenbolê Meryem Agar diyar kir ku yek ji rêgeza xebatê ya esas a CTP’ê veşartin e û got aşkerakirina raporên serdanê bi giştî girêdayê erêkirina dewleta têkidlare û got: “Lê fikra duyemîn a 10’emîn xala Peyman Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê di rewşên heyî de rayeya daxuyandinê dide komîteyê. Komîte tê şertan dibîne raporekê amde dike.  ji dewleta têkildar re dibêje ‘min li hundir dît te çi kiriye lê bêyî destura te nikarim aşkera bikim’.Em di vir de nikarin behsa pêşîgirtin an jî tdbîrê bikin.”   ‘Tu aliyê hiqûqî yê tecrîda Îmraliyê tuneye’    Meryem Agar got pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di alî pêvajoyê de girînge û got: “Ev pisgirêkeke ku îradeya mîlyonan nîşan dide ye. Gelê Kurd ek atktorê pêvajoyê Îmraliyê nîşan dide. Di î alî de divê îradeya gelê Kurd tune neyê hesibandin. Tu aliyê hiqûqî yê  tecrîda Îmraliyê tuneye.”   ‘Divê mafê hêviyê pêk bê’   Meryem Agir balkişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya di 2014’an de der barê mafê hêviyê de daye û got li gorî biryarê divê mafê hêviyê û azadiya pêk bê. Meryem Agar wiha got: “Divê mafê hêviyê pêk bê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê. Ev di alî demokratîkbûna Tiriyeyê de gelek girînge. Gelê Kurd ji dewletê tawiz an jî qenciyekê napê. Ya divê bê kirin, pêkanîna qanûnane.”   Jin û zarok tên cezakirin   Meryem Agar wiha berdewam kir: “Di rapora CTP’ê ya 2024’an de der barê şertên girtiyên jin de jî tespît hebûn. Li girtîgehên Antalya-Stenbol-Malpete lêkolîn kirin. Balkişandin ser pisgisrêkên li girtîgeha jinan a Antalyayê.  Hewcedariyên xweser yên jinan û zarokên wan li ber çavan nayên girtin. Dayikan bi zarokên wan re davêjin hucreyan. Ceza dikin. Mekanîzmayeke ku înfazê taloq bike tuneye. Bi dayikê re zarok di hucreyê de hiştin, ji mirovahiyê dure, binpêkirina mafê mirovane, îşkenceye. Ji bo dayikan divê tedbîra girtinê bê rakirin.”   Rewşa girtiyên jin yên siyasî hîn bêtir girane   Meryem Agar destnîşan kir ku rewşa girtiyên jin ên siyasî hîn bêtir girane û der barê ducanî, piştî welidînê û pêşketina pitikan hemû daxwaz tên redkirin. Meryem Agar daxuyakirin ku ew wek OHD û komîsyona jinê têkoşîna hiqûqî didomînin.