KCDP: Dema jin sax bin divê bên parastin 2026-10-23 21:04:10   ÎZMÎR - KCDP’ê li Îzmîrê ji bo Ebru Serep, Pinar Guneş û Ozge Penbegul ên hatin qetilkirin daxuyanî da. Nûnera platformê Esra Akin diyar kir ku divê beriya ku jin bên qetilkirin tedbîr bêne girtin û jin dema ku sax in bên parastin û got: “Dema ku mesele jiyana jinan be, tu îhmalkarî nayê qebûlkirin.”   Platforma Em ê Kuştina Jinan Bidin Sekinandin a Îzmîrê (KCDP) ji bo Ebrû Serep, Pinar Guneş û Ozge Penbegul ên ku li Îzmîrê hatibûn kuştin, li ber avahiya Baroya Îzmîrê ya li Alsancakê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê hesabê Ebrû, Pinar û Ozge bipirsin. Em ê kuştina jinan bisekinînin” hat vekirin û dirûşmên “Em ê kuştina jinan bisekinînin” û “Kujeran neparêze, darizîne” hatin berzkirin. Daxuyaniya li ser navê platformê ji aliyê nûnera platformê Esra Akin ve hat xwendin.   ‘Divê jin beriya ku bêne kuştin werin parastin’   Esra Akin bal kişand ser wê yekê ku tedbîrên ji bo parastina mafê jiyanê ya jinan hîn jî bi awayeke bi bandor nayên sepandin û got: “Em êdî naxwazin piştî kuştina jinan heman daxuyaniyan bidin. Em dixwazin beriya ku jin bên kuştin tedbîr bêne girtin û jin dema ku sax in bên parastin! Ji ber ku em nikarin van cinayetan bi sedemên ferdî rave bikin. Yên ku berpirsiyarê parastina mafê jiyanê yê jinan in çi dikin? Li gorî rapora Îlona 2026’an ku me wek Platforma Em ê Kuştina Jinan Bidin Sekinandin aşkere kir, tenê di mehekê de 28 jin hatine kuştin û 19 jin jî bi rengekî gumanbar mirî hatine dîtin. Ji 28 jinên hatine kuştin ji bo 23’yan sedema kuştina wan nehatiye tespîtkirin. Nîvê jinan li malên xwe, 15 ji wan jî bi çekan hatine kuştin.”   ‘Êdî îhmalkarî nayên qebûlkirin’   Esra Akin destnîşan kir ku jin li malên xwe, li kolanan û li cihên kar ji aliyê hevjîn, heval an jî kesên ku berê pê re bûn ve tên kuştin û axaftina xwe wiha domand: “Em dizanin ku cinayetên jinan dikarin bêne astengkirin. Ji bo vê zagon û mekanîzmayên parastinê hene. Lê mesele sepandina van zagonan û parastina rastî ya jinan e. Ji bo parastina ji tundiyê heke jinekê serî lê dabû û biryara dûrxistinê hatibû girtin, erka dewletê ye ku pêkanîna wê biryarê mîsoger bike. Daxuyaniyên ku piştî kuştina jinan têne dayîn û lêpirsînên ku têne destpêkirin wan venagerînin. Kuştina Ozge Penbegûl ji aliyê polîsekê ve jî berpirsiyariyeke din dide ber me. Zilamên ku li saziyên berpirsiyarên parastina jinan de dixebitin jî dikarin bibin kujerê cinayetên jinan. Heke polîsekî ku erka wî parastina jiyana jinan e jinekê bikuje, li vir ne tenê kujer, divê mekanîzmayên kontrol û berpirsiyariyê yên saziyên giştî jî bêne pirsîn. Meseleyeke din jî çek in. Di meha Îlonê de zêdetirî nîvê jinên ku hatine kuştin bi çekan hatine kuştin. Pınar Guneş û Ozge Penbegul jî bi çek hatin kuştin. Zilamên ku jinan tehdîd dikin çawa digihîjin çekan? Kî van çekan kontrol dike? Êdî dema ku mesele jiyana jinan be, tu îhmalkarî nayê qebûlkirin.”   ‘Em ê ji bo welatekî ku jin tê de neyên kuştin têbikoşin’   Esra Akin bal kişand ser wê yekê ku divê Qanûna hejmar 6284 bi rengekî bandor bê sepandin û diyar kir ku divê binpêkirina biryarên dûrxistinê bê ceza neyê hiştin û da zanîn ku divê serlêdanên jinên ku di bin tehdîda tundiyê de ne bi cidî bêne girtin û wiha axivî: “Divê karmendên giştî yên ku erka xwe bi cih neynin jî hesab bidin. Divê dawî li pêkanînên ku di dozên cinayetên jinan de dibin sedema bêcezatiyê bê anîn. Em qebûl nakin ku zilamên ku jinan dikujin bi daxistina tehrîqa neheq û halê baş cezayê kêmtir bistînin. Ji Peymana Stenbolê vekişiyan. Lê em dest ji Peymana Stenbolê dev bernadin û em ê dev jê bernedin. Îro em ji Îzmîrê dipirsin: Zilamê ku biryara dûrxistinê li ser heye çawa dikare xaniyê jinekê bide ber agir? Polîsekî ku erka wî parastina mafê jiyanê yê jinan e çawa dibe failê cinayeta jinê? Dema ku jin bi çekan têne kuştin çima tedbîrên bandor nayên girtin? Em ê dev ji pirsîna van pirsan bernedin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.