Konferansa Entegrasyona Demokratîk: Veguherîna demokratîk tê nîqaşkirin 2026-10-24 14:01:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Di Konferansa Entegrasyona Demokratîk a li Zurîhê de Veysî Aktaş û Nazan Ustundag axivîn û destnîşan kirin ku entegrasyona demokratîk armanc dike ku pirsgirêka Kurd çareser bike û veguherîna demokratîk a jiyana siyasî pêk bîne.   Komeleya Lêkolînên Civakî ya Kurd (Akademî Kurd) li bajarê Zurîh ê Swîsreyê konferanseke bi sernavê “Entegrasyona Demokratîk” li dar dixe. Di Konferansa ku li Zurîh Kirchgemeindehaus tê lidarxistin de, di çarçoveya Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk de entegrasyona demokratîk tê nîqaşkirin. Akademîsyen, siyasetmedar, hiqûqnas û lêkolîner beşdarî konferansê bûn. Konferans ji bo bîranîna pakrewanên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.    Hevseroka CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya axaftina vekirinê kir. Dîlan Çetînkaya bi bîranîna pakrewanên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser têkoşîna azadiyê. Dîlan Çetînkaya diyar kir ku vê têkoşînê destkeftiyên girîng daye gelê Kurd û bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş ket. Dîlan Çetînkaya got, “Guhertin li her qadê pêwîst e. Divê em pênaseya entegrasyona demokratîk a Rêber Apo baş fêm bikin û li gorî wê xwe jinûve ava bikin.”   Piştî axaftina vekirinê rûniştina bi sernavê “Çarçoveya Teorîk a Entegrasyona Demokratîk” destpê kir. Rûniştin bi moderatoriya Gulistan Arslan pêk hat. Di rûniştinê de siyasetmedarê Kurd Veysî Aktaş û civaknas, akademîsyen û nivîskar Nazan Ustundag axivîn.   Destpêkê Veysî Aktaş axivî û ji ber lidarxistina konferansê spasiya Akademî Kurd kir. Veysî Aktaş diyar kir ku entegrasyona demokratîk yek ji pênaseyên herî esas a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e û got, ev pênase îşaret bi siberojeke demokratîk dike ku hemû gel bikarin bi azad û wekhev lê bijîn.   Veysî Aktaş got, “Entegrasyona demokratîk veguherîna demokratîk a hemû gelan esas digire, ne tenê ya Kurdan.”   Veysî Aktaş diyar kir ku entegrasyona demokratîk xwe dispêre gelek pîvanan û got, di destpêka van de pîvana welatiya wekhev heye. Veysî Aktaş îfade kir ku welatiya wekhev nabe ku tenê li pêşberî qanûnan weke wekheviyeke şeklî were nirxandin û got, divê nasnameyên cuda û civakên din jî bi xweseriya xwe tevlî jiyana siyasî û civakî bibin.   Veysî Aktaş diyar kir ku entegrasyona demokratîk rasterast girêdayî perspektîfa komara demokratîk e û got, ji bo veguherîna demokratîk mayînde bibe, divê ewlehiya hiqûqî were mîsogerkirin.   Veysî Aktaş destnîşan kir ku pêvajo ne tenê bi berdana çekan re sînordar e û îfade kir ku Kurd divê bi nasnameya xwe, ziman û hebûna xwe ya civakî bikarin tevlî jiyana siyasî bibin.   Piştî Veysî Aktaş civaknas, akademîsyen û nivîskar Nazan Ustundag jî axivî û diyar kir ku gelê Kurd di dîrokê de li qadên siyasî, çandî û civakî rû bi rûyê nêzîkatiyên cur be cur, polîtîkayên înkarê û cihêkariyê maye. Ustundag îfade kir ku vê rewşê jiyana rojane ya Kurdan û têkiliyên wê yên bi dewletê re rasterast bandor kiriye.   Nazan Ustundag bilêv kir ku entegrasyona demokratîk di roja îro de ji her demê bêhtir girîngî qezenc kiriye û got, ev yek divê tenê bi sererastkirinên hiqûqî yan jî lihevkirinên siyasî neyê nirxandin.   Nazan Ustundag anî ziman ku entegrasyona demokratîk di heman demê de têkiliyên navbera dewlet û civakê car din aniye rojevê û got, “Ev pêvajo ji têkoşîna demokratîk cuda nayê fikirîn. Ez entegrasyona demokratîk weke têkoşîna li dijî dewletê fêm dikim.”   Di dewama konferansê de Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî, ji Zanîngeha 8’an a Parîsê civaknas Engîn Sustam, endama TJK-E’yê Zîlan Diyar, endama MYK’ê ya DEM Partiyê Derya Arslan, endamê Şandeya Îmraliyê parêzer Ozgur Erol, parêzer Husnu Yilmaz, lêkolîner û aborînas Ahmet Pelda û civaknas û antropolog Neşe Ozgen wê weke axaftvan tevlî rûniştinan bibin. Di rûniştinan de astên siyasî, sosyolojîk, çandî, hiqûqî û aborî yên entegrasyona demokratîk û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê bên nirxandin.