Li Gimgimê nobeta li dijî JES’ê di roja 174’emîn de ye 2026-10-24 17:33:04   MÛŞ - Çalakiya nobetê ya li dijî projeya JES’ê li gundê Xwarik ê Gimgimê, di roja xwe ya 174’yemîn de berdewam dike. Welatiyên gundê Canesera nobet dewr girtin.   Çalakiya nobetê ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve li dijî projeya santrala enerjiya jeotermal a ku ji aliyê şîrketa IGNIS H2 Energy Generation Inc ku navenda wê li DYA’ye ve li gundê Xwarik ê navçeya Gimgimê ya Mûşê tê plankirin hatiye destpêkirin, didome.   Di roja 174’emîn a nobetê de, pankarteke bi nivîsa "Gelê Vartoyê santrala jeotermal naxwaze; destê xwe nedin av û axa min" li cihê çalakiyê hate daliqandin.