Tîma Neteweyî ya Tenîsê ya Jinên Îranê bû şampiyon 2026-10-25 12:07:00   NAVENDA NÛÇEYAN- Tîma neteweyî ya tenîsê ya jinên Îranê, piştî serketina di tûrnûvaya 3’emîn ya komê de, ji bo  Kupaya Billie Jean King a sala 2027’an, derbasî koma 2’emîn bû.   Turnuva bi beşdariya 8 tîman, di navbera 21-24’ê Cotmeha 2026’an li Îslamabada Pakistanê pêk hat. Tîma Îranê ku derhênera wê Arghavan Rezaeî bû û tîma ji Meşkatulzehra Safi, Yasaman Yazdanî, Hana Soltanî û Kîmya Sagheb Tehranî pêk dihat, di turnuvayê de lîstin.   Îran şempiyonî bi dest xist   Di asta koman de tîma Îranê, piştî di her du maçên qonaxa komê de Kuweyt, Urdun û Qeterê bi 3-0 têk bir, bêyî di yek lîstikê de jî winda bike, gihîşt fînalê. Di fînalê de, Îranê welatê mêvandar Pakistan 2-0 têk bir û şampiyonî bi dest xist. Yasaman Yezdanî Uşna Suhail (6-3, 6-4) têk bir, di heman demê de Meşkatulzehra Safî jî Mahîn Aftab Qureşî (6-4, 6-4) têk bir.   Ev bilindbûn piştî ku tîm di sala 2025’an de ji Koma 2’emîn daket Koma 3’emîn, pêk hat. Serkeftina şampiyoniyê li Îslamabadê vegera Îranê ya ji bo Koma II ji bo sezona 2027’an mîsoger kir.