Aktîvîsta TJA’yê Gulşen Karasu: Em bi dirûşmeya xwe li dijî pergalê ne 2026-11-22 09:04:38   Devrîm Findik   STENBOL - Aktîvîsta TJA’yê Gulşen Karasu, diyar kir ku li dijî pergala ku hewl dide li ser jinan serdestiyê ava bikin bi dirûşmeya "Bi hêza cewherî û bi vîna azad niha dema jinê ye” li hemû qadên jiyanê wê hebin.   Tevgera Jinen Azad (TJA) û rêxistinên jinan bi dirûşma "Bi hêza cewherî û bi vîna azad niha dema jinê ye” di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser Jinan amadekariyên xwe dan destpêkirin û li gund û taxan xebatên xwe didomînin. Jinên di hevdîtinên li taxan, sedanên gundan û atolyeyan de tên cem hev, li dijî  tundî, xizanî, polîtîkayên şer û newekheviya zayenda civakî rêbazên têkoşîna hevpar nîqaş dikin.   Beriya 25’ê Mijdarê aktîvîsta TJA’yê Gulşen Karasu der barê amadekariyan de axivî.   ‘Jin tên gel hev’   Gulşen Karasu da behsa girîngiya dîrokî ya 25’ê Midarê kir û got di jiyana jinên ku têkoşîna jiyanê didin de cihekî girîng digire. Gulşen Karasu wiha got: “Her sal em 25’ê Mijdarê de xebatan dikin û li ser girîngiya wê ya dîrokî disekinin. Me wek TJA xebatên xwe danî ber xwe. Em diçin taxan, em bi jinan re tên gel hev. Em hewl didin li qadên lê dimînin jinan bibînin û bibin alîkar. Piştre em atolye, panelan li dardixin û jinan vexwendî dikin. Xebatên me wisa pêş dikevin.”     ‘Em xeta têkoşînê dihûnin’   Gulşen Karasu destnîşankir ku ne tenê tundiya fîzîkî, ya psîkolojîk û aborî jî li jinan tê kirin û wiha got: “Tundî tenê li malê nayê jiyîn. Li her qadên jiyanê tundî li ser jinan têkirin. Destdirêjî, tundî li her derê heye. Dema li nexweşxaneyan jî tên dermankirin tundî têkirin. Li dibistanan, li kampusan li her derê. Ji ber vê jî hatina cem hev a jinan girîng e. Em hewl didin bi jinan re bên ge hev û xeta têkoşînê biaxivin û bi hûnin. Ne tenê 25’ê Mijdar û 8’ê Adaran de divê em her tim bên gel hev û xeta têkoşînê xurt bikin.”   ‘Em bi dirûşmeya xwe li dijî pergalê gotina xwe dibêjin’   Gulşen Karasu di serdanan de guhdarkirina jinan û li cem wan cih girtin gelek girîng e û wiha daxuyand: “Jin dawiya rojê de tên cem me û dibêjin ‘teqez dîsa bên, em bi hev re xebatan bimeşînin’. Dirûşmeya ‘hêza xweser û îradeya azad’, bi jinan re bixwebawerî derxistye holê. Em bi vê dirûşmeyê li dijî vê pergalê gotina xwe dibêjin. Yanî em li hemû qadên jiyanê bi îradeya xwe hene. Em li navçe û taxên Stenbolê bi jinan re tên gel hev. Lê pirsgirêk ji hev ne cudane. Di hevdîtinan de ji pirsgirêkên serek yên tên gotin hişbir, bahisa sanal heye. Ev pirsgirêk girêdayê hev in.”     Ji bo 25’ê Mijdarê bang   Gulşen Karasu wiha dawî lê anî: “Jin ne tenê ne û em ligel wan e. Em ê li dijî serdestiya li ser jinan tê avakirin peyama, ‘em di têkoşînê de ne’ bidin. Belê pergal gelek argumanan bikar tîne û bi ser jinan de tên. Em di pergaleke ku dijminahiya jinan dikin de dijîn. Em wek jin mahkumê vê nabin, qebûl nakin, bi îradeya xwe wê li qadên jiyanê bin û têkoşîna xwe bidin. Wek TJA em ê bi îradeya xwe ya azad û hêza xweser li qadan bin. Xebatên me didomin. 25’ê Mijdarê de meşame ya mezin heye, em hemû jinan vexwendiyê meşê dikin.”