Di konferansên YCK-KURD de banga ji bo rêxistinbûn û jiyana komînal 2026-11-22 15:53:33   MERSÎN - Di Konferansa Herêma Çukurovayê ya YCK-KURD de ku li Mersînê hate lidarxistin li dijî pirsgirêkên ciwanan, bêkarî, xizanî û narkotîkê banga xurtirina rêxistinbûna li taxan û avakirina qadên piştevaniyê hate kirin. Her wiha li Amed û Stenbolê jî YCK-KURD konferans li dar xist.    Yekîtiya Ciwanên Komînalîst (YCK-KURD) li Mersînê Konferansa Herêma Çukurovayê û li Stenbolê jî konferansa herêma Marmarayê lidar xist. Di konferansê de ku ciwanên ji bajarên herêmê tevlî bûn, pirsgirêkên ku ciwan lê rast tên û mijara avakirina jiyana komînal hate nirxandin. Li Amedê jî konferans li dar xist.    Di daxuyaniyê de ya li konferansê hate xwendin, işaret bi pirsgirêkên bêkarî, xizanî, narkotîk, çetebûyî û kêmaniya derfetên perwerdeyê yên li wan taxan hate kirin ku bi giranî ciwanên Kurd lê ne.   Hate ragihandin ku divê qadên ji bo ciwanan ên çand, civakî û sporê bêne avakirin û li ser bingeha hilberîna çareseriyên hevpar û piştevaniya li taxan banga rêxistinbûnê hate kirin.   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Şadiye Manap ku piştî 30 salên ragirtinê hate berdan, li konferansê axivî û qala girîngiya bawerî û rêxistinbûnê kir.   Şadiye Manap anî ziman ku divê ciwan li hev kom bibin, têkoşîneke hevpar bimeşînin û di avakirina siberojê de bi berpirsyariyê rabin.   Konferans piştî axaftinan bi konserekê bi dawî bû.   Stenbol    YCK-KURD a Marmarayê li navçeya Esenyûrtê ji bo konferansa herêma Marmarayê civîn li dar xist. Endamê YCK-KURD Rojhat Taşdemîr diyar kir ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyekî dest pê kir û şerê çekdarî bi dawî bû û wiha got: “Lê li dijî ciwanan şerê taybet didome. Em dixwazin ciwanan di bin siwana YCK-Kurd de bikin yek. Dem dema azadiyê ye. Divê em bi azadiya Serok Apo serbikevin.” Yekîtiya Ciwanên Komînalîst ên Kurd (YCK-KURD) a herêma Marmarayê dê di 29ê Mijdarê de konferansa Marmarayê li dar bixe. YCK-KURD derbarê konferansê de li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê ya Stenbolê bi ciwanan re civîn li dar xist. Di eywanê de pankartên “Rêbertiya azad, jiyana azad, civaka demokratîk” û “Dema Serkeftinê” û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin.   Civîn piştî deqeyeke rêzgirtiyên ji bo cangoriyên Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona ku qala têkoşîna ciwanan dike hate temaşekirin.   ‘Divê em bi azadiya Serok Apo serbikevin’   Di civînê de endamê YCK-KURD Rojhat Taşdemîr anî ziman ku li Cizîrê YCK-Kurd hate damezrandin û wiha got: “Li Cizîrê taxa ku Mehmet Tûnç şehîd ketibû me YCK-Kurd damezrand. Gelê Kurd di dîrokê de gelek caran serî hildaye. Bi pêşengtiya Rêber Apo serhildana dawî pêk hat û bi salan e berdewam dike. Li Zindana Amedê Alî Çiçek got; partiya me teslimiyetê nîşanî me nekir. Sekna Hayrî Dûrmûş jî got; em deyndarê gelê xwe ne. Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyekî dest pê kir û şerê çekdarî bi dawî bû. Lê li dijî ciwanan şerê taybet didome. Em dixwazin ciwanan di bin siwana YCK-Kurd de bikin yek. Dem dema azadiyê ye. Divê em bi azadiya Serok Apo serbikevin. Ji bo azadiyê em têdikoşin.”   Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.   Amed   YCK-KURD'ê di civîna xwe ya li ÇandAmedê ya li Amedê de got "Em ê bi rêxistinbûna komunal û xwerêveberiyê têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet berfireh bikin."