Ji ber tundiya aborî, min 21 salan nikaribû dest jê berdim’ 2026-11-23 09:03:30   Melek Avci   ENQERE - Endama Malêngel Reyhan Tufekçî bandora tundiya aborî ya li ser jinan, ji jiyana xwe ku çawa mahkumê tundiya malê hatiye kirin wiha vegot: “21 salan li wê malê di wê cehnemê de min tundiya aborî, psîkolojîk û gotinî dît. Çawa min xwe rêxistin kir, ez li ser piyan sekinîm, ez ji wir derketim.”   Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) ya sala 2026’an betaliya jinan du qatê mêran ji sedî 11,3, îstîhdama jinan jî ji sedî 31.2 ma. Di tevlibûna hêza kar a jinan de newekhevî didome û di Komîsyona Butçe û Planê ya Meclîsê ya sala 2027’an de jî butçeyeke ku tundiya mêr û xizaniya jinan zêde dike hat amadekirin.   Endama Malagel û karkera tenduristiyê Reyhan Tufekçî beriya 25’ê Mijdarê ji ajansa me re axivî û da zanîn ku jin ne tenê li malê, di jiyana kar de jî tundiya aborî, psîkolojîk û zayendî dijîn.   ‘Jin li her derê tundiyê dibînin’   Reyhan Tufekçî tundiya ku li malê û di jiyana kar de dîtiye wiha vegot: “Ez kedkara tenduristiyê me. Jin li her derê tundiyê dibînin. Li cihê kar bi jikaravêtinê tên tehdîdkirin. Ji ber jin bi hêsanî dikarin bên derxistin. Li cihê kar tundiya zayendî jî tê jiyîn. Barê malê hemû li ser jinan e. Ji dan û standinê heta xwarina malê û heta lênerîna zarokan. Ji ber vê jî her tim zext li ser jinan heye. Ber bi 25’ê Mijdarê ve em bi hevalên xwe re nîqaşan dikin. Em dibêjin ku çareserî rêxistibûn û yekitiya jinan e.”   ’21 salan ji wê cehnemê derneketim’   Reyhan Tufekçî anî ziman ku tevî barê karê giran jin mûçeyê wek hev nagirin û got: “Barê kar giran e lê mûçeyê wekhev tuneye. Ji ber vê neçarî tundiyê dibin. Mînak ez 21 salî neçar mam zewicandî bimînim. Ji ber aboriyê min nikaribû dest ji mêr berdim. Ji be kirê min nikaribûm dest jê berdim. 21 salan neçarî di wê cehnemê de mam, neçarî tundî û zextan mam.”   ‘Divê ewlehiya starbûn û debarê pêk bê’   Reyhan Tufekçî balkişand ser nîqaşên nefeqeyê jî û got: “Desthilatdarî ji xwe ji ser jinan siyasetê dimeşîne. Bi polîtîkayên xwe ji jinan re nabin derman. Divê dewlet ewlehiya starbûn û debarê ya jinan pêk bîne. Divê berpirsyariya jinê, perwerdehiya zarokan pêk bîne. Jinan tenê ji ser welidînê sînor dikin. Polîtîkayên wan ji ser welidînê tê meşandin. Bi vî awayî hewl didin jinan hepsê malê bikin.”   ‘Dest nedin beden, nefeqe û aboriya min’   Reyhan Tufekçî destnîşan kir ku divê jin der barê jiyanên xwe de biryarê bidin û got: “Dest nedin jinan. Jin dikarin her tiştî bikin. Em bi salan e dibêjin; dest nedin beden, jiyan, aborî û nefeqeya min. Em dikarin li ser piyên xwe bisekinin. Bila ji ser jinan polîtîkayan nemeşînin. Em jiyaneke pêşerojeke ewle û bi rûmet dixwazin. Divê li dijî xizaniya jinê tedbîr bên girtin. Divê ji xizaniya jinan re çare bê dîtin.”