Jin li dijî ‘malbata ewle’ ya 10 Salên Malbatê têkoşînê mezin dikin

  • 09:05 22 Mijdar 2026
  • Rojane
Melîke Aydin
 
STENBOL-Desthilatdarî ku bi polîtîkayên "10 salên malbatê’ û ‘malbata min di ewlehiyê deye" hewl dide malbatê biparêze û li aliyê din jî li gorî daneyên di çapemeniyê de tên dîtin jin herî zêde ji aliyê mêrên nêzî xwe ve tên qetilkirin. Jinan diyar kirin ku polîtîkayên heyî jinan di alî aborî de neçar dike û refleksa ‘parastina malbatê’ ya di saziyên gelemperî de jî tundiya li ser jinan giran dike. Jin li dijî van polîtîkayan têkoşîna xwe mezin dikin.
 
Desthilatdarî di çarçoveya vîzyona ’10 salên malbatê’ de polîtîkayan dike meriyetê û bi gotinên wekê ‘malbata min di ewlehiyê de ye’  têgeha ‘malbata pîroz’ di navenda civakê de bi cih dike. Tundiya ku di nav malbatê de li jinan tê kirin jî roj bi roj giran dibe. Ev polîtîka pêvajoyên destberdanê zehmet dike, mafê nefeqeyê ji nîqaşê re vedike û mekanîzmayên parastinê bê bandor dike.
 
Ji Weqfa Stargeha Jînan a Mor Çati Elîf Ege û yek ji parêzên Komeleya Ewil Jin û Zarok Bîlge Çarpici der barê polîtîkayên ji bo "10 salên malbatê" axivîn.
 
Ji Mor Çati Elîf Ege diyar kri ku polîtîkayên malbatê esas digirin ji 2010’an şûnde her çûye mezin bûne û got: “Ev nêzîkatî jinan tenê dihêle. Yek ji astengiyên mezin a li pêş jinan şertên aborî ne. Em di têkoşîna ji bo nefeqeyê de her tim vê dibêjin. Dewlet malbatê dike navendê û jinan nabîne. Divê piştgiriyeke serbixwe ji bo jinên bi zarok an bê zarok bê dayîn.”
 
Refleksa parastina malbatê a saziyên gelemperî
 
Elîf Ege  diyar kir ku polîtîkayên malbatê eas digirin, xwe di her derê de didin der û wiha domand: “Pewyirdarên cemawerî helwestên ku mafên jinan nayne cih, qanûnan binpê dikin, nîşan didin. Ev nêzîkatî ji qerekolan heta Navendên Pêşîgirtina Tundiyê (ŞONIM), ji dozgeriyan heta dadgehên malbatan berfireh dibe. Polîs ji jinan re dibêjin ‘tiştek nabe carekê bûye, hevjîn efû bike’.Bi van gotinan tundî tê normalkirin. ŞONÎM divê hemû pêvajoyê kordîne bikin.”
 
Piştevaniya mêran jiyana jinan dike rîskê
 
Elîf Ege daxuyakirin ku dema jin serî li hêzên ewlehiyê didin, agahiyên wan bi gumanbaran re tên parvekirin û ev veşariya stargehan binpê dike. Elîf Ege wiha bi lêv kir: “Bi taybet li cihên biçûk û taxan piştevaniya mêran bi aşkera tê kirin. Wek Mor Çati me gelek mînakên vê dîtine.  Piştevaniya mêran di mekanîzmayên darazê de jî xwe didin der. Ev piştevanî jiyana jinan raste rast davêje xetereyê. Jin di serlêdanan de bi helwestên newekhev û sûcdarkirinê re tên rû hev. Peywirdarên gerlemperî li şûna ku jinan wek kesên xwedî maf bibîne, bi perspektîfa parastina yekitiya malbatê nêz dibin.”
 
Gotina nefeqeya bêdem bi qestî tê gotin
Yek ji parêzerên Komeleya Ewil Jin û Zarok, Bîlge Çarpici jî da zanîn ku nîqaşên mafê nefeqe, Qanûna Medenî û polîtîkayên ku malbatê esas digirin didomin û got ev nîqaş newekheviya civakî kûrtir dikin û got mudaxaleyên li hember ewlehiya hiqûqî ya jinan girêdayê rêgezên dewleta hiqûqî ne. Bîlge Çarpici ev tişt anî ziman: “Nefeqeya xizaniyê di rayagiştî de wek ‘nefeqeya bêdem’ kirin rojevê. Ji be agahiyên şaş yên çapemeniya civakî de bi gel re tiştekî wisa yê ne rast derket holê. Komeke di bin navê ‘nefeqeya bêdem’ de derket holê û xwe rêxistin kirin.  Li Tirkiyeyê hejmara jinên nefeqeyê digirin ne zêde ye û nefeqeyeke pir kêm tê girtin. Mînak 500 TL, 300 TL, hezar TL tên girtin.”
 
Nîqaşkirina nefeqeyê newekheviyê zêde dike
 
Bîlge Çarpici got nefeqeya xizaniyê ne tenê mafekî ji bo jinan hatiye nasînê ye, ji bo aliyê ku dikeve xiznaiyê tê dayîn û nîqaşkirina mafê nefeqeyê newekheviyê jî giran û kûr dike. Bîlge Çarpici di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Nefeqeyên kêm yên dadgeh hukum dikin jî pir caran nayên dayîn. Jin ji ber fikarên ewlehiyê dest ji lêgerîna mafên xwe berdidin. Pir caran ji ber mêr pere nadin jin wan nadin îcrayê. Ji ber ku bide îcrayê tê wateya ku xizmeta hiqûqî digire. Ligel vê bide îcrayê tehdîd û tundî jî lê têkirin. Jin pir caran dibêjin tezmînata manewî û xizaniyê li aliyekî, dest ji nefeqeya îştîrakê jî berdane. Heta ku newekehviya mêr-jin çareser nebe wê nîqaşên nefeqeyê jî neyên meşandinê. Di asta destberdanê de mekanîzmaya navbeynkariyê jî  di alî jinan de rîskê dihewîne.”
 
‘Bêcezahiştin tundiyê gûr dike
’
Bîlge Çarpici destnîşan kir ku binpêkirina biryara durxistinê, kêmasiya kelepçeya elektronîk û nedayîna nefeqeyê bêcezahiştinê mezin dike û bêcezahiştin jî tundiyê gûr dike. Bîlge Çarpici wiha dirêjî da axaftina xwe: “Muxaleyên li hember Qanûna medenî ji rêgezên dewletê yên hiqûq û laîkbûnê cuda nayê nirxandin. Em ê xwedî li Qanûna Medenî derkevin.”