Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê Îman El-Huseyîn pîroz kir

  • 13:44 22 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanî, rojnamevan Îman El-Huseyîn ji ber girtina Xelata Medyayê ya IGAD’ê bi nûçeya lêkolîna derbarê rewşa jinên koçber ên Sûdanî girt, pîroz kir.
 
4’emîn Xelatên Medyayê yên IGAD (2026) ku li bajarê Kampala yê Ugandayê hat lidarxistin, armanc dike ku rojnamegeriya berpirsiyar û mirovî bi rêzgirtina destkeftiyên rojnamegeriyê û çîrokbêjiya dîjîtal a balê dikşîne ser koçberî û koçberiya bi zorê, bi pêş bixin.
 
Sendîkayê rojnamevan pîroz kir
 
Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê rojnamevan Îman El-Huseyîn ji ber girtina Xelata Medyayê ya IGAD’ê ya 2026’an bi nûçeya lêkolînê ya bi sernavê ‘Karkerên jin ên di navbera bê parastinî û kedxwariyê de asê mane: Jinên penaber ên Sûdanî li Misrê û têkoşîna wan a ji bo jiyanê’ pîroz kir.
 
Sendîkayê di daxuyaniyê de diyar kir ku ev serkeftin, encama xebata meydanî û rojnamegeriya lêkolînî ya wêrek bûye. Nûçeya mijara gotinê êşa jinên penaber ên Sûdanî li Misrê, mijarên mirovî yên pir hesas û lawaziyên aborî, civakî û yasayî yên ku ew di lêgerîna xwe ya ewlehî û rûmetê de bi wan re rûbirû dimînin, radixe ber çavan.
 
Rojnamevanên Sûdanê di teyîsîna rastiyê de roleke girîng dilîzin
 
Sendîkayê da zanîn ku rojnamevanên Sûdanî di teyîsîna pirsgirêk û zehmetiyên ku welatiyên wan di nava şerê berdewam de bi wan re rûbirû dimînin de roleke girîng dilîzin. Rojnamevan ji bo ragihandina rastiyê, belgekirina êşên sivîlan û gihandina rastiyê ji bo temaşevanên herêmî û navnetewî rîskên mezin digrin û di çeperên herî pêş de ne.
 
Sendîkayê bal kişand ser rola girîng a rojnamevanên serbixwe di belgekirina bandorên mirovî yên şer de hat destnîşankirin ku bi şahidiya wêranî, koçberî û binpêkirinên mafên mirovan, rojnamevan trajediya ji hêla kesên koçber û penaberan ve tê jiyîn tomar dikin. Di heman demê de çîrokên berxwedanê di şert û mercên pir dijwar de ronî dikin.
 
Rojnamegerî stûneke bingehîn e
 
Sendîkayê bal kişand ser girîngiya rojnamegeriyê di şer, pevçûn û pêvajoyên avakirina dewletê de, rojnamegeriyê wekî stûneke bingehîn ji bo aştî û edaleta veguhêz, riya hesabpirsîna rayedaran, garantiya mafê agahdariyê û katalîzatorek di avakirina civakek demokratîk de ku li ser bingeha serdestiya hiqûqê, pirrengî û azadiya derbirînê ye, pênase kir. Sendîkayê destnîşan kir ku rojnamegeriya azad û berpirsiyar kevirê bingehîn ê her projeyek avakirina netew-dewletê ye.
 
Sendîkayê di dawiya daxuyaniya xwe de anî ziman ku xelata rojnamevan Îman El-Huseyîn girtiye, ji bo hemû rojnamevanên Sûdanî cihê serbilindiyê ye û ji ber vê serkeftinê ew pîroz kir.