Ji bo Abdullah Ocalan azadî: Muzakere di şertên wekhev de têne kirin
- 09:07 7 Hezîran 2026
- Rojane
Melîke Aydin
STENBOL - Endama PM a DBP’ê Çîçek Arîç da zanîn ku hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tênkirin bi sînorin û bi spekulatîf radigihînin derve û ev jî bêbaweriyê diafirîne. Çîçek Arîç got ji bo pêvajo baş bimeşe divê mafê hêviyê pêk bê û pêşî bê vekirin ku Abdullah Ocalan bi gel re bê gel hev.
Di ser banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de salek derbas bû lê di pêvajoyê de hîna statuya ji bo Abdullah Ocalan pêk nehatiye. Li aliyê din jî der barê hevdîtinên ku heyeta Îmraliyê û rayedarên dewletê li Îmraliyê dikin de dem bi dem di rayagiştî de agahiyên têr nayên parvekirin û ev jî dibe sedema qirêjiya agahiyan. Endama Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Arîç da zanîn ku ji ber pêvajo zelal nayê meşandin bi civakê re bêbawerî û pirsnîşan çêdibin û got divê mafê hêviyê bê nasîn, zemîna hiqûqî û fîzîkî ya ku Abdullah Ocalan bi gel re tê gel hev bê afirandin.
‘Agahiyên qels dibin sedema manîpulasyonê’
Çîgdem Arîç da zanîn ku ger ku pêvajo bê meşandin divê mayînde bibe û li pey deriyên girtî hevdîtinên bi sînor qels dimînin. Çîçek Arîç ev tişt anî ziman: “Di hevdîtinan de bi sînor agahî parvenekirin gumanan jî diafirîne. Ji ber vê jî bi me re bi civakê re bêbawerî diafirîne. Agahî kêm in û ev jî dibe sedema manîpulasyonê. Divê civak vê bizanibe.”
‘Abdullah Ocalan dixwaze bi her kesî re hevdîtinê bike’
Çîgdem Arîç wiha pê de çû: “Şert û mercên tecrîda li Îmraliyê didomin. Abdullah Ocalan dixwaze bi her kesî re hevdîtinê bike. Lê statu tuneye. Qadek tuneye, hevdîtin tuneye. Ji ber bi awayekî baş, rêk û pêk agahî nayên ragîhandin gelek kes hevdîtina li gorî xwe şîrove dikin, manîpule dikin. Em pêvajoya 2015’an dizanin. Ji ber nebû qanî pêvajo bi fîîlî meşiya. Piştî ku pêvajo qediya dewlet heta asta sûcdariyê hat. Sirri Sureyya Onder hat girtin. Niha ger ku pêvajo veguhere fîîlbûnê wê yek bi yek tişt bên serê mirovan. Divê parlamento mîsyona xwe bîne cih. Ger nebe qanûnî wê pêvajo ji ser Erdogan û Bahçelî bê meşandin.”
‘Pirsgirêk tenê danakeve şertên fîzîkî’
Çîgdem Arîç daxuyakirin ku desthilatdarî û çapemenî pêvajoyê hêsan dikin û rewşa li Îmraliyê tenê di "Başkirina şertên fîzîkî" de nikare bê sînorkirin û wiha berdewam kir: “Daxwaza esas statuya qanûnî û mafê hêviyê ye. Avakirina xaniyekî ne çareseriya pisgirêkê ye. Statu pêwist e. Vekin deriyan bila her kes biçe hevdîtinan bikin. Rojnameger, siyasetmedar û akademîsyen dixwazin biçin. Yanî vê qadê vebikin.”
‘Divê her kes bibin yek’
Çîçek Arîç wiha dawî lê anî: “Ev pêvajo bi qasî ku tenê li ser milê Kurdan neyê barkirin girîng û mezin e. Em banga têkoşîna hevpar li hemû muxalefet, rewşenbîr û civaka sivîl dikin. Ev pêvajo tenê ji ser DEM Partî û Kurdan nikare bimeşe. Divê hemû dînamîk, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, demokrat, partiyên siyasî bên gel hev û li dijî pêvajoyê sekna xwe nîşan bidin ku em vê ji destê tekelê derbixin. Divê em bibin yek û xebatên xwe bi vî awayî bimeşînin.”







