Li dijî darvekirinên li Îranê bertek: Bila gelê Kurd bêdeng nemîne
- 09:32 7 Hezîran 2026
- Rojane
STENBOL - Jinan diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe li dijî cezayên darvekirinê yên li dijî dijberên rejîma Îranê, bi taybetî ciwanên Kurd, bidomînin û bang li civaka navneteweyî kirin ku piştevaniyê bidin.
Platforma Saziyên Demokratîk li ber Konsolosxaneya Îranê ya li Stenbolê çalakî li dar xist da ku cezayên darvekirinê yên li dijî welatiyên li dijî rejîmê yên li Îranê, bi taybetî Kurd, werin bidawîkirin. Jinên beşdarî çalakiyê bûn daxwaza rawestandina darvekirinan kirin.
'Em darvekirinan qebûl nakin'
Dayika Aştiyê Arîfe Yalvaç diyar kir ku ew ji bo rawestandina darvekirina ciwanên Kurd li Îranê hatine ber konsulxaneyê û got ku ew darvekirinan qebûl nakin û divê tavilê werin rawestandin.
'Divê gelê Kurd bêdeng nemîne'
Hevseroka şaxa navçeya Esenlerê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Yildiz Eren qirkirin û darvekirinên li Îranê bi tundî şermezar kirin û got, "Ev komkujî û darvekirin bi tu awayî rewa nînin. Divê gelê Kurd bêdeng nemîne. Em heta dawiyê li kêleka ciwanên xwe û gelê Kurd in. Têkoşîna me ya jinan ji bo têkoşîna li dijî vê tundiyê ye. Bê guman, rojekê em ê di vê têkoşînê de bi ser bikevin." Yıldız Eren her wiha gotinên nijadperest ên Rehmî Koç li dijî jinên Kurd bi bîr xist ki û got, "Wekî jineke Kurd, ez bi tevahî vê yekê qebûl nakim û şermezar dikim."
'Divê jin bikaribin azad bijîn'
Berpirsa şaxa navçeya Beylikdüzü ya DEM Partiyê Zemîne Gokçe, destnîşan kir ku sed sal in li Rojhilata Navîn zextên dijwar li ser jinan berdewam dikin û diyar kir ku divê dewlet destên xwe ji jiyan û laşê jinan dûr bigire. Zemine Gökçe anî ziman ku divê jin bikaribin azadî bijîn û got, "Jinên li Rojhilata Navîn divê di vê mijarê de bibin yek. Wekî din, nikaribin bi van pêkanînan re derxin serî. Ji ber ku dewlet her gav polîtîkayên zordar li dijî jinan di nav sînorên xwe de pêş dixin. Lê em dikarin bi yekbûnê vê yekê biqedînin. Ez bi rêzdarî silav li hemû girtiyên siyasî yên li Îran û Tirkiyeyê dikim. Divê darvekirin û şewitandina înfazan tavilê bi dawî bibin. Em ê nehêlin ciwanên me bikevin destê van rejîm û dîktatoran. Em ê têkoşîna ji bo vê yekê bidomînin."
'Em li vir in ku dengê xwe bidin bihîstin'
Dayika Aştiyê Esme Karabaş diyar kir ku darvekirina ciwanan li Îranê û binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî Kurdan nayên qebûlkirin. Esme Karabaş got ku ev pêkanîn bi prensîbên hiqûq û edaletê re nayên gel hev. Esme Karabaş rave kir ku kombûna wan li ber konsulxaneyê ji bo balkişandina ser van darvekirin û zextan bû û anî ziman ku Kurd li gelek deveran bi cudakarî, heqaret û zextê re rû bi rû dimînin. Esme Karabaş diyar kir ku tenê kombûn têrê nake; divê civaka navneteweyî jî dengê xwe li dijî binpêkirinên mafên mirovan bilind bike. Esme Karabaş bertek nîşanî zextên li dijî komên cûda, bi taybetî jin, ciwan û Kurdan da û diyar kir ku ew darvekirin, şer û her cûre pêkanînên cudakar qebûl nakin û ji bo Kurdan edalet, wekhevî û azadî xwest.Esme Karabaş her wiha banga ji bo serbestberdana rêberê gelê Kurd Abdullah Öcalan jî dubare kir.








